3 Çeteyên Koalisyona Sûrî Li Taxa Şêx Meqsûd Hatin Kuştin
- 11 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. 9ê Îlonê saet navbera 23.00 û 24.00’an de çeteyên El Nusra, tevî çeteyên Koalisyona Sûrî xwestin li dijî çeperên hêzên me ya Girê Qestel êrîşek lidarbixin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt hat jiyîn û çeteyan neçar man ji qadê birevin. Çeteyan piştî xwe ji qadê dûr xistin bi çekên giran û topên cûrbecûr êrîş birin li ser heman qadê. Encama şerê vê herême û hejmara kuştî/birîndarê çeteyan nehat zelalkirin.
2. Êrîşên çeteyên giredayî koalisyona Sûrî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê lidardixin jî berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de 9ê Îlonê saet 17.00’an û 10ê Îlonê saetên nîvro de çeteyan ji milê Mesbeh û Seken Şikeyf êrîş lidarxistin. Piştî bersiv dayina hêzên me li qadê şerên dem kin hat jiyîn. Di van şeran de qasî hat zelalkirin 3 çete hat kuştin û çetekî jî hat birîndarkirin.
Çeteyan şeva 10ê Îlonê jî ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran êrîş birin liser gundê Maranêz a giredayî Efrînê.
Her wiha çeteyan îro sihare (11ê Îlonê) di navbera 07.00 û 07.30’an de ji çeperên xwe yên Ezazê bi maşokên Grad êrîş birin li ser navçeya Cindirêsê û girên derdora vê navçeyî. Di encama êrîşê de qasî hat zelal kirin hemwelatiyek sivîl hat birîndarkirin.
3. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 10ê Îlonê dane sihare bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên me ya nêzî gundê Tilseriyê ya dikeve rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk danê nîvro jî li ser gundê Hemam a giredayî Efrînê bi balafirên bê mirov qadên hêzên me keşif kiriye. Piştî hêzên me gulê reşandin balafira keşfê ji qadê reviyê.
Bi awayekî hemwext çeteyên giredayî koalîsyona Sûrî jî li ser gundê Maranêz a giredayî Efrînê balafirên keşfê bi tîpa Drone firandin.
4. Çeteyên DAIŞê 10ê Îlonê saet 17.00’an de bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Malha ya giredayî Şedadê. Hêzên me jî bi alîkariya balafirên koalîsyona navnetewî çeteyên êrîş lidarxistin kirin hedef û di encama lêdana balafiran de qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin.
5. Şeva 10ê Îlonê hêzên me 2 kesên bi gumana bi çeteyên Cerablûs dagirkirin re tekîlî de ne li bajaroka Şêxler binçav kirin.
Navenda Ragihandina YPG
11 Îlon 2016

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
