29 Kanûn: Berdewamiya Êrîşên Arteşa Tirk û Koalîsyona Sûrî Li Ser Rojava

  • 29 Kanûn 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

1. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dike.

Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk roja 28ê Kanûnê di saetên nîvro de bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Girbenav, Yabse û Siluleh ên dikevin rojhilatê Kobanê.

Heman demê de balafirê bê mirov ê arteşa tirk li ser gundê Xanê geriya ye.

 

2. Şeva 28ê Kanûnê çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya Birc Silêman a giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Di saetên şevê de jî çeteyan bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a Efrînê. Hêzên me jî di heman astê êrîşan de bersivê çeteyan dan.

 

Navenda Ragihandina YPG| 29ê Kanûnê 2016