25 Cotmeh: Şehîd Tekoşer Cudî

  • 25 Cotmeh 2016 | Şehîd

  Ji capamenî û rayagiştî re!

 

Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojava dimeşîne roj bi roj geş dibe û armancên parastina xakê û gelên herêmê ji hêzên tarî û xwînmij bi cih tîne.

 

Dibe ku baş were zanîn ku ev berxwedan û serkeftin bi saya şervanên qehreman û fedekar pêkhatiye û pêşve diçe.

Em bi gelên xwe yên welatparêz re îro nav û nasnameya hevalê xwe Tekoşer Cudî şehîd ketiye parvedikin.

Di 18'ê Cotmeha 2016'an de dema hevalê Tekoşer li bajarokê Silukê li ser erkê xwe yê parastinê bû di encama teqîna mayînekê gihişte asta şehadetê. Wêrektiya ciwanên Kurd nîşaneya serkeftin di vê rêya dûr û dirêj ya azadiyê ye.

 

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê ditewînin, serî de ji malbata şehid em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina xebatê wan yê rewa nû dikin.

 

Nasnameya pakrewan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Tekoşer Cudî

Navê Rast: Said Saltan

Navê Dayikê: Gulu

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Ji Dayikbuyînê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk 18ê Cotmehê 2016

 

Navenda Ragihandina YPG | 25 Cotmeh 2016