13 Mijdar: Şehîdên Berxwedana Şedadê

  • 13 Mijdar 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Jiyana watedar bi têkoşînê tê bidestxistin. Li welatê me bi salên dirêje ji bo jiyana watedar û azad tevgera azadîxwaz têdikoşe û bedelên giran dide. Li Rojavayê Kurdistanê jî ciwanên Kurd û Ereb bi şopdariya xwe ji wê dozê, xwe nas dikin, ji bo nasname û hebûna xwe şer dikin û li beramberê êrîşan li ber xwe didin.

 

Ji van ciwanên azad rêheval Kurtay Hesekê û Rodî in ku di 8 û 9ê Mijdarê de şehîd bûne. Her du şehîdên ciwan ji bajarên Hesekê û Şedadê yên Kantona Cizîrê beşdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn û perwerdeyên xwe yên bingehîn jî li wir dîtin. Çeteyên DAIŞê ji bo ku fişara di encama Pêngava Rizgarkirina Reqayê (Xezeba Firatê) li ser wan ferz bûye rakin, bi hemû cûre çekên giran erîşê bejahiya başûrê bajarê Şedadê kirin.

 

Lê belê êrîşên wan careke din rastî bersiv û berxwedaniya şervanên Kurd û Ereb yên YPG hat. Di wan şeran de rêhevalên me Kurtay û Rodî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

 

Weke YPG em bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin û soz didin ku em ê her tim ji bo jiyaneke azad têbikoşin.  Dê têkoşîna şehîdan riya me ronî bike.

 

Nasnameya şehîdan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Kurtay Hesekê

Navê Rast: Yasir Misaawî

Navê Dayikê: Ezîza

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 09-11-2016 / Şedadê, Gundê Malha

 

 

Nav û Paşnav: Rodî

Navê Rast: Selman Hemîd

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Yasîn

Cihê Ji Dayikbuyînê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: 08-11-2016 / Şedadê, Gundê Malha

 

Navenda Ragihandina YPG| 13ê Mijdarê 2016

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019

Berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hate girtin

Navenda Ragihandina YPG | 2’ê Îlonê 2019

Şaneya di amadekariya êrîşê de hate bê bandorkirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG | 12 Tebax 2019

Li Şedadê li hember şaneyên DAIŞê operasyonek berfireh

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 6 Tebax 2019

Em rêhevalê xwe Serbest Partîzan bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25 Tîrmeh 2019