10 Gulan: Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên dijî Rojava dewam dikin

  • 10 Gulan 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya Artêşa Tirk de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.
 
Êriş û binpêkirinên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji 5 heta 9'ê Gulanê û encama van wiha ne;
 
Di dîroka 05.05.2017an, saet 16.00an de balafirek keşfê ya bêmirov a Artêşa Tirk li ser herêma ku dikeve navbera Amûdê û Dirbesiyê geriyaye. Balafira keşfê ku xal û çeperên hêzên me keşf dikir ji aliyê hêzên me ve hat hedef girtin. Di encam de balafira keşfê derb xwar û ket bakurê sînora Rojava.
 
Di dîroka 06.05.2017an li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê liv û tevgerê Artêşa Tirk zêde bû. Leşkerên tirk li herêmê maşîneyên zirxî bi cih kirin û milê gundê Koran bi navber fîşek avetin milê Rojava. Balafirên şer û balafirên keşfê yê bê mirov a Artêşa Tirk jî li ser giştî xeta sînor a rojavayê Kobanê geriya.
 
Heman rojê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk jî bi topên obûs û çekên doçka êriş birin li ser gundên Maranez, Vîla Qadi, Belûnê, Eyn Deqnê û çeperên hêzên me ya gundê Dîkmedaş.
 
Heman rojê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk ji çeperên xwe yên bakurê Idlîbê jî 2 êrişên cûda birin li ser Efrînê. Çeteyan bi topên hewan û topên cehenemê gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê top baran kirin. 
 
Di dîroka 08.05.2017an çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Celemê û girê gundê Til Silorê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê. 
 
Di dîroka 09.05.2017an, pişt nîvro çeteyên girêdayî Artêşa Tirk ji çeperên xwe yên bakurê Idlibê bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Çeteyan bi awayekî hemwext bi çekên doçka êriş birin li ser gundê Celemê ya girêdayî Cindirêsê jî. 
 
Heman şevê balafira keşfê ya bêmirov a Artêşa Tirk li ser herêmên Maranez, Eyn Deqnê û Qestelê geriya. Piştî geryana keşfê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi tang û topên hewanan gundê Maranez topbaran kirin. Bi awayekî hemwext çeteyan bi çekên giran êriş birin li ser gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. 
 
Di heman şevê de 2 çete xwe nêzî gundê Dêr Balut a girêdayî navçeya Cindirêsê kirin û xwestin mayin deynin. Hêzên me her du çete ji nêz ve şopandin û piştre jî li wan xistin. Di encam de her du çete jî hatin kuştin. 
 
Navenda Ragihandina YPG | 10 Gulan 2017