1'ê Gulan: Êrişên Arteşa Tirk a dagirker

  • 1 Gulan 2017 | Malper

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Arteşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya Arteşa Tirk de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.
 
Encamên êriş û binpêkirinên ku ji alî Arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin lidarxistin wiha ne;
 
Di dîroka 28.04.2017ê piştî nîvro balafirên keşfê yên bê mirov a Arteşa Tirk li ser gundên Zormixar û Ziyaret ên dikevin rojavayê Kobanê geriya.
 
Bi awayekî hemwext Arteşa Tirk bi tangan gundê Hemama ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran kirin. Her wiha çeteyên giredayî Arteşa Tirk jî di heman demê de bi tang, bi topên obûs û çekên giran êriş birin li ser gundên Maranez û Eyn Deqnê yên girêdayî Efrînê. 
 
Piştî vê êrişê, çeteyan ber bi êvarê ji saet 17.00’an heta saet 02.00’an bi topên hewan û çekên doçkayan gundên Maranez, Eyn Deqnê, Belûnê û Minix topbaran kirin. Di heman saetan de çeteyên El Nusra jî bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Basufanê yê giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê. 
 
Di dema van êrişan de balafirên şer ên Arteşa Tirk jî li seranserî xeta sînor a Efrînê de firiyan.
 
Di dîroka 29.04.2017ê, saetên nîvro de çeteyên girêdayî Arteşa Tirk bi topên hewanan êriş birin li ser gundê Xazewî ya giredayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê. 
 
Di saetên şevê de li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê de liv û tevgerê Arteşa Tirk zêde bû. Li herême kehrebe hat qut kirin û balafirên keşfê ya bê mirov a Arteşa Tirk li ser van herêman de geriyan. 
 
Di heman şevê de çeteyên girêdayî Arteşa Tirk jî bi topên obûs û hewanan, bi çekên doçka êriş birin ser gundên Maranez û Belûnê yên giredayî Efrînê. Bi awayekî hemwext çeteyan bi çekên giran êriş birin li ser gundê Celeme yê giredayî navçeya Cindirêsê û Girê Qastellê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê. 
 
Di dîroka 30.04.2017an, di saetên şevê de çeteyên girêdayî Arteşa Tirk bi topên obûs û hewanan û bi çekên doçka êriş birin li ser gundên Maranez û Eyn Deqnê yên girêdayî Efrînê. 
 
Hêzên me li hember van êrişan di asta pêwîst de bersiv dan. Di nava van bersivdayinan de qasî hat zelal kirin 3 çeteyên girêdayî Arteşa Tirk hatin kuştin. 
 
Navenda Ragihandina YPG | 1 Gulan 2017

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020

Em rêhevalên xwe Çiya Efrîn û Diyar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê | 31 Tebax 2020

Peyama Sersaxiyê

Fermandariya Giştî ya YPG | 21 Tîrmeh 2020

Ji çapemenî û raya giştî re

Fermandariya Giştî ya YPG ­­|19 Tîrmeh 2020

Em hevrê Şahîn Amed rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 15 Tîrmeh 2020