Bîranîna Şehîdên Ragihandina YPG - Şehîdên Qereçox 25 Nîsan 2017
- 3 Nîsan 2017 | Dîmen

Roja 25′ê Nîsanê saet di 02.00′yê sibehê, navenda Fermandariya Giştî ya YPG′ê ya li herêma Qereçox ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Li wir navenda ragihandinê, radyoya Dengê Rojava, çapxane û saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşê de, di nav de sê nûçegihanên navenda ragihandinê, 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn û 18 şervan jî birîndar bûn.
Em sersaxiyê ji gelê xwe yê qehreman û malbatên şehîdan re dixwazin û bang li wan dikin ku piştgiriya hêzên xwe bikin, li hember destwerdanên AKP′ê yekîtiya xwe ava bikin û beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên Qereçox ku dê 29′ Nîsanê (roja Şemiyê) li goristana Şehîd Xebat Dêrik were lidarxistin, bibin.
Em soza şopandina riya cangoriyên azadiyê didin, da welatekî aram û bi ewle ava bibe.

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
