′DAIŞ′ê ji herêmên rêjîmê noqteyên QSD′ê hedef girt′

  • 27 Îlon 2017 | Nûçe

Fermandara QSD′ê Rojda Felat da zanîn ku çeteyên DAIŞ′ê ji herêmên di bin serweriya rêjîma Baas de, êrîşî noqteyên şervanan kirin.
 
Fermandara QSD′ê Rojda Felat ji Navenda Ragihandina QSD′ê re ragihand ku şevê din zêdeyî 100 çeteyên DAIŞ′ê ji herêmên Dêrazorê yên di bin serweriya rêjîma Baas de, êrîşî noqteyên şervanan ên rojhilatê bajarê Reqayê kirin û wiha got: ″Ev yek nîşan dide ku rêjîm vê êrîşê destek dike û tê wateya komployekê ji aliyê rêjîmê ve″.
 
Rojda anî ziman ku armanca çeteyan ji vê êrîşê ew e ku dorpêça şervanên QSD′ê ya li ser nexewşxaneya Wetenî ya bajarê Reqayê bişikînin û  malbatên xwe xelas bikin. Rojda wiha domand: ″Bi saya berxwedana lehengên QSD′ê ev êrîş bin ket û çete negihîştin armancên xwe. Em soza domandina têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ′ê nû dikin″.
 
Rojda destnîşan kir ku di berxwedana li hember êrîşa çeteyan de 28 şervan şehîd bûn û soza şopandina riya wan da.