“Tirkiyê ji terorîstên li Ezazê dixwaze ku êrîşî me bikin”

  • 23 Berfanbar 2017 | Dîmen

 

Dewleta dagirker di demên dawî de îddîa dike ku YPG û YPJ li Efrînê demografî diguherîne û gelê Ereb ji cîhê wan dike. Şervanên Ereb dibêjin ku li Efrînê “Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Misilman û Xrîstiyan; em hemû yek in û bi hev re parastina Efrînê dikin.”

 

Ji milê din ve şervanan diyar kirin ku dewleta dagirke li Ezazê hêzeke mezin ya terorîstan kom kiriye;

 

“Komên terorîst yên li Ezazê ji alî Tirkî ve tên perwerdekirin û tên şandin. Li vir hêzeke mezin kom kirine û dewleta dagirker ji wan dixwaze ku her roj êrîşî me bikin.”

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23 Berfanbar 2017