“Bêdengiya koalisyona navnetewî hevkariya êrîşa li ser Efrînê ye”

  • 11 Adar 2018 | Nûçe

Demeke dirêje şervanên YPG-YPJ û QSD’ê li hember çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê şer dikin û derbeyên giran li wan didin.

 

Ji aliyê şervanan ve tê dîtin ku her diçe serkeftina wan misoger dibe û çeteyên DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve diçe, lê ya ku li ber pêşketina wan dibe asteng alîkariya dewleta Tirk a dagirker ji bo çeteyan e û êrîşa li ser Efrînê ye. Nexasim di dema ku êdî çeteyên DAIŞ’ê di Sûriyê de ber dawiyê ve diçe dewleta Tirk a dagirker yekser kete dewrê û êrîş birin ser Efrînê.

 

Şervanên ku cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê digrin nerehetên xwe anîn li ser ziman ji bo nêzikatiyên koalisyona navnetewî li hember êrîşa dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê û şervan vê yekê wiha anîn li ser ziman: “Balkêşe ku koalisyona navnetewî li Dêrazorê destek dide hêzên me û îro heman hevalên me li Efrînê li hember heman feraseta DAIŞ’ê bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker şer dikin û li hember tang, top, balafiran tu helwestên wan dernakeve. Şervanan vê bêdengiyê weke hevkariya koalisyona navneteweyî ji êrîşa li ser Efrînê dîtin.

 

 

 Şervanê YPG’ê Mûsa Hesekê tekez kir ku ew nahêlin Efrînê têkeve destê neyaran û wiha pêde çû: “Em ji bo Efrînê amade ne. Bedelê wê çi dibe bila bibe emê heya noqta xwîna xwe ya dawî şer bikin û nehêlin Efrînê bikeve.”

 

Mûsa got ku çeteyên DAIŞ’ê perspektîf û talîmatên xwe ji dewleta Tirk digre û planên wan vala derxistina serkeftinên me di Sûriyê de ye.

 

 

Her wiha şervanê YPG’ê Reşo Hesekê li ser berxwedana Efrînê got: “Bila Erdoxan nefikire bi van êrîşên xwe yê hovane me qels bike, her çiqas êrîş bikin jî wê serkeftin ya me be û emê nirxên jiyana azad heya dawiyê biparêzin û ji bo bidawîbûna faşîzma dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê emê heya dawiyê şer bikin.”

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 11 Adar 2018