‘Piştî Reqa bi temamî tê paqijkirin emê rizgarkirina wê fermî ragihînin’

  • 17 Cotmeh 2017 | Nûçe

REQA – Fermandar û Berdevka Fermî ya Hemleya Xezeba Feratê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku çalakiyên leşkerî û pevçûnên rasterast li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di hundirê bajarê Reqayê de bi dawî bûne û wiha got: “Heta ku çalakiyên paqijkirinê û lêgerînê bi dawî dibin rizgarkirina Reqa bi temamî û bi awayekî fermî bi daxuyaniyeke Hêzên Sûriya Demokratîk dê pêk were.”
 
Cîhan piştrast kirk u hêzên wan navenda bajêr û hemû aliyên wê ku çeteyan têde xwe bi cih kiribûn rizgar kirine û wiha domand: “Di van demên niha de hêzên me li giştî herêmên rizgarkirî çalakiyên paqijkirin û lêgerînê dimeşînin da ku berîkên ku çeteyan têde xwe veşartine bêne eşkerekirin, her wiha mayînên ku çeteyan çandine bêbandor dikin da ku rê li pêşiya paqijkirina giştî bajêr were vekirin.”
 
Cîhan Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heta ku çalakiyên paqijkirin û lêgerînê bi dawî dibin dê rizgarkirina Reqa bi awayekî fermî û bi riya daxuyaniyeke Hêzên Sûriya Demokratîk ragihînin