‘Di 24 saetan de herî kêm 9 jê hêzên taybet ên Tirk 21 leşker û çete hatin kuştin’
- 4 Adar 2018 | Nûçe

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.
Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:
“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.
Mabata
Li vê eniyê şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin.
Şera
Li vê eniyê şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin. Taybet şer li aliyê gundên Baflûne û Çema rû dan.
Di heman demê, li aliyê gundên Çema û Omera hêzên me panzêreke ji cûreya BMB bi temamî rûxandin û leşker û çeteyên têde hebû hatin kuştin.
Raco
Li vê eniyê şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin.
Li gundê Mosaka jî di navbera hêzên me û hêzên taybet ên Tirk ên bi navên POH û JOH şerên giran rû dan û di encamê de herî kêm 9 ji hêzên taybet ên Tirk hatin kuştin.
Cindirêsê
Ji destpêka êrîşê heta niha, li vê eniyê şer ranwestiyaye. Hêzên me berisvê didin artêşa dagirker û çeteyên wê. Di saetên piştî nîvor de, li gundên Hemîlka û Heclîre di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû dan. Di encamê de, li gundê Hemîlka 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha di şerê li gundê Heclîra de jî 2 leşkerî Tirk û 7 çete hatin kuştin. Her wiha 8 çeteyên din jî birîndar bûn.
Ji saetên sibê heta niha balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Cindirêsê bombebaran dike.
Şiyê
Ji saetên sibê heta niha şerên giran li navçeya Şiyê rû didin. Her wiha navenda navçeyê û gundên derdora wê rastî bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker tên.

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
