Şervana YPJ'ê Avesta Xabûr li dijî dagirkeran çalakiya fedayî kir

  • 28 Çile 2018 | Nûçe

EFRÎN – Şervana YPJ′ê Avêsta Xabûr li Efrînê çalakiyeke fedayî kir, tankeke Artêşa Tirk a dagirker rûxand û tevlî karwanên şehîdan bû.
 
Şevê din li gundê Hemamê yê girêdayî herêma Cindirêsê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker de rû da û hemû hewldanên artêşa dagirker ên derbasbûna gund ji aliyê şervanan ve hatin vala derxistin.
 
Artêşa dagirker di şer de tank û balafir bi kar anî. Şervana YPJ′ê Avêsta Xabûr li Efrînê çalakiyeke fedayî kir, tankeke Artêşa Tirk a dagirker rûxand û tevlî karwanên şehîdan bû.
 
Piştî şehadeta Avesta, şervanan bi hemû hêza xwe bersiva êrîşên Artêşa dagirker dan û êrîş şikandin.
 
Zelûx Hemo (Avêsta Xabûr) di sala 1998′an de li navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ji dayîk bûye û sala 2014′an beşdarî nava refên şoreşê bûye.