Şervanên ji Efrînê yê Dêrezorê: Em amade ne biçin Efrînê
- 7 Adar 2018 | Nûçe

Şervanên YPG û YPJ'ê ku eslê xwe ji Efrînê ne li eniyên şer yên Dêrazorê cihê xwe digrin û ji bo parastina xaka Efrînê dibêjin em amade biçin kêleka hevalên xwe li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, şer bikin.

Şervana YPJ'ê Eylem Efrîn li ser berxwedana serdemê wiha dibêje: “Di dema ku em weke şervanên YPJ'ê hatine Dêrezorê ji bo gelê xwe rizgar bikin, em dibînin Erdoxan û çeteyên wî ji piştê ve êrîşî gelê me yên Efrînê dikin.”
Her wiha Eylem Efrîn wiha axaftina xwe berdewam dike: Êrîşa Erdoxan li ser Efrînê tê wateya lewazkirina YPG û YPJ'ê li Dêrezorê ye û dibêje: “Em bi hemû dil û vîna xwe bi hevalên xwe yên li Efrînê re ne û çi ji destê me bê ji bo Efrînê bê teredûd emê bikin.”

Şervanê YPG'ê Bahoz Heleb ku ji Efrînê ye cihê xwe di enîyên şer yên Dêrezorê digre û dibêje: “Me çawa çeteyên DAIŞ'ê li paytexta wan li Reqa binxist, emê li Dêrezorê jî wan binbixin.
Heleb li ser êrîşa dewleta Tirk li ser Efrînê wiha got: Mixabin di demeke ku em li hember terorê li Dêrezorê şer dikin. Erdoxan û çeteyên girêdayî wî bi awayekî hovane êrîşê Efrînê dikin; bi armanca ku gelê wê tune bike û ji ber ku fikir û felsefeya Rêber APO li wir heye û wiha axaftina xwe berdewam dike: Bi êrîşa dewleta tirk a dagirker li ser Efrîn, çeteyên DAIŞ'ê li Dêrezorê hêz û moral digre.

Şervanê YPG'ê yê bi navê Azad Efrîn dibêje: Em weke şervanên YPG û YPJ'ê amade ne berê xwe bidin Efrînê û li gel hevalên xwe li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şer bikin û dibêje: “di heman demê de emê li dêrazorê jî tekoşîna xwe li hember çeteyên DAIŞ'ê berdewam bikin.”
Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji aliyê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) û bi beşdarbuna Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hêzên me YPG-YPJ ve bi armanca rizgarkirina bejahiya gundewarên Dêrazorê destpê kiriye bi hemû hêza xwe didome.
Navenda Ragihandina YPG | 7 Adar 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
