Şervanên azadiyê bi ruhekî fedayî pêşve diçin

  • 16 Puşber 2017 | Daxuyanî

Şervanên QSD′ê roj bi roj li bajarê Reqqayê pêşve diçin, şer dijwar dibe û serkeftinên mezin têne bidestxistin. Terorîst û hêzên tarî derbeyên giran ji destê şervanan dixwin.

 

Hêzên me û yên hêzên koalisyona navneteweyî li nava taxên bajarê Reqqayê şerekî dijwar didin meşandin, da ku bajêr ji çeteyan paqij bikin. Di şer de, şervanê Hêzên Eşîreyan (a ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqqayê bûye), Yehya Mihemed Şihadê(Etîq) şehîd bû.

 

Şehîd Yehya kesayeteke fedekar, bi cesaret bû û ji hevalên xwe hez dikir.

 

Wek YPG′ê, em soz didin şehîd Yehya û hemû cangoriyên azadiyê ku em ê şopdarên riya wan bin û bajarê Reqqayê ji terorê rizgar bikin. Em soz didin ku wê welatê me ji zulm û desthilatdariyê azad bibe.

 

Fermandariya Giştî ya YPG | 16 Puşber 2017