Şervanên YPJ û YPG 25'emîn Salvegera Jina Têkoşer Şehîd Bêrîtan Bi Bîr Anîn

  • 27 Cotmeh 2016 | Nûçe

Roja 25’ê Cotmehê, hejmareke mezin ji şervanên YPJ û YPG, 25'emîn salvegera şehadeta jina têkoşer Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anîn. Şervanan bi torena leşkerî û deqeyekê rêzgirtin li ser giyana şehîd merasima xwe destpêkirin. Di merasimê de, endamên Fermandariya Giştî ya YPJ Zozan Kobanê, Nûjîn Dêrik û Hevseroka Meclisa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif amade bûn.
 
Hediye Yûsif li ser girîngî û wateya vê rojê di dîroka şerê gelê Kurd û bandora wê di bilindkirina têkoşîna jin de nirxandin kir. Hediye Yûsif di nirxandinên xwe de wiha got: “Di  25'emîn salvegera şehedata şehîd Berîtan de, di şexsê wê de em hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bêjna xwe li hemberî berxwedaniya wan ditewînin. Em îro di rojeke pir bi wate derbas dibin, ji ber ku di vê rojê de, dîsa jina Kurd di şexsê şehîd Bêrîtan de, li hemberî xeta îxanet, zihniyeta desthilatdar, paşverotî, siyastên tûnekirinê serê xwe hilda. Şehîd Bêrîtan temsîla mîrasa dîroka  jinên Kurd û hemû jinên cîhanê yên têkoşer dike. Îro li ser wê riyê şervanên YPJ'ê di çeperên herî pêş de temsîla berxwedaniya wê û ya sedan şehîdên din dikin.”
 
Yûsif di dawiya axaftina xwe de got: “Bi keda wan qeheremanan em bûn xwedî artêş, bûn xwedî tevger û xwedî hebûneke cîhanî. Îro Şoreşa Rojava ber bi serkeftinê ve diçe, em soza serkeftin û xwedî derktina li xwîna şehîdan didin û pêkanîna soza me jî, wê bi rêya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û parastina gel be. Merasim bi performansên mûzîk û komên dîlan ji aliyê şervanan ve dewam kir.
 
Evîndara Azadiyê Gulnaz Karataş di salên ku têkoşîna jin ji nû ve şîn dibû tevlî nava refên gerîla dibe, di Salên notî lêgerînên xwe yên azadiyê bi nasnameya gerilaya jin û bi meşandina şerê çekdarî û bîrdozî didomîn e. di şert û mercên zor de gerîlatî dike, hem li hemberî dijminê xwe û hem jî li hemberî zilamê ku hêz di jinê de nabîne û bawerî nade jin, şerdike. Jina ku dîroka jina Kurd nivîsand di şerê giran ê îxanetê de sala 1992 an fermandartî dike.
 
Herî dawi di 25’ê Cotmeha sala 1992de, li girê Lêlikan ê Xakûrkê dikeve çemberê de. Lê belê ew radestbûne napejirîne, li hemberî zihniyeta desthilatdar a ku îrada mirovan dişkîne û dest diavêje rûmeta wan bertekên wê yên îrade û rûmeta hemû jinan di kesayeta xwe de diparêze. Hîna dengê zilamê ku koletiyê li ser ferzdike û dibêje "xwe teslîm bike" tê guhê wê, lê ew çeka xwe perçedike û bi ruhekî azad xwe ji kendalên çiyayê Lêlikan diavêje û şehîd dikeve.
 
 
 
 
 
 

 
Navenda Ragihandina YPG | 27 Cotmeh 2016

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Daxuyani di derbarê salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî

Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Li Til Hemis 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 08 Kanûn 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Li Hesekê 4 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Cotmeh 2020

Li herêma Dêrazorê 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 12 Cotmeh 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020