Şervanên YPJ’ê cejna 8 Adarê li Dêrazorê pîroz kirin
- 8 Adar 2018 | Nûçe

Şervanên YPJ’ê ku cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê digrin tevî rewşa şer cejna 8 Adarê bi tilîlî û avêtina hawanan pîroz kirin.
Şervana YPJ Amara Cûdî ku cihê xwe di pêngava bagera cizîrê digre wiha got: “Niha em li vir di nav şerekî giran de ne, tevî vê yekê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê êrîşî gelê me dike. Ev tê wateya alîkariya çeteyên DAIŞ'ê û pêşveçûnên me li eniya Dêrazorê asteng bike.”
Cûdî cejna 8 adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha anî li ser ziman: “piştî zor û zehmetiyan niha jî em di nav tekoşînekî bilind de ne û em cejna 8 adarê pîroz dikin lê vêderê, jinên di nava YPJ'ê de dikaribû bibe pêşenga jina azad di vê pêvajoyê de.”
Şervana Soran ya bi navê Kilara li ser pêngava bagera cizîrê axivî û wiha got: “em di pêvajoyek pir zehmet de derbas dibin û weke niha hûn dibînin em hawan amade dikin li dijî çeteyên DAIŞ'ê li eniya Dêrazorê lê rastiyeke dewleta Tirk a dagirker naxwaze em vir rizgarbikin; ji bo vê yekê êrîş dibe li ser Efrînê û li her çar perçeyên kurdistanê naxwaze em Kurd bibin xwedî statû. Ev yek li ber pêşketina me nagire û em weke şervanên YPJ'ê emê tekoşîna xwe li hember terorê bi hemû hêza xwe berdewam bikin.”
Şervana YPJ'ê Narvîn got ku niha em cihê xwe di pêngava bagera cizîrê digrin û şerekî vir dijwar li hember çeteyên DAIŞ'ê dikin û em di heman demê de şerekî li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrîn dikin, em didin xuyakirin ku Erdoxan alîkariyeke mezin dide çeteyan û niha jî çeteyên DAIŞ'ê hêz ji êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê digre lê bila her kes bizanibe em weke şervanên YPG û YPJ û QSD'ê çawa me Reqqa û Tebqa û xetên sor yên Erdogan şikand emê li Efrîn û Dêrazorê jî wan bişkinîn.
Narvîn herî dawiyê cejna 8 Adarê li giştî jinên cîhanê û bi taybet jinên Bakûrê Sûriyê pîroz kir û soz dan ku weke şervanên YPJ'ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li hember çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê û artêşa dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê şer bikin.
Navenda Ragihandina YPG | 8 Adar 2018

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
