Şervanên YPG-YPJ hersê jinên şoreşger bibîr anîn
- 10 Çile 2018 | Nûçe

Şervanên YPG û YPJê, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakine Cansiz ku yek ji damezrînerên PKKê ye, di pêncemîn salvegera şehadeta wan de bibîr anîn.
Hersê jinên şoreşger ku 5 sal beriya niha ji alî saziyên îstîhbarata dewleta Tirk ve bi komployê hatibûn şehîd xistin, ji alî şervanan ve hatin bîranîn. Bi dehan şervanên YPG û YPJê yên Foca Şehîd Dogan ji bo bîranîna hersê şehîdan merasîmeke leşkerî lidar xistin. Di merasîmê de Fermandara YPJê Mahabad Koçer axivî û got: “Bîranîna Sarayan ji bo me sedemê têkoşînê ye. Em wek YPJ, her tim şopdariya van hevalan ji xwe re esas digirin û xwe li ser vê ava dikin. Em soza şopandina vê rêyê jî dubare dikin.”
Herwiha şervanên YPJê diyar kirin ku heya yek roj ji emrê wan bimîne, ewê bi sekn û têkoşeriya Sara, Rojbîn û Ronahî, xeta jina azad ji xwe re bikin bingeh. Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.
Navenda Ragihandina YPG | 10 Çile 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
