Şervanên YPG û YPJ bûn şahidê wê serbilindiyê

  • 19 Adar 2018 | Nûçe

Şervanên YPG û YPJ ku cihê xwe Berxwedana Serdemê ya Efrînê de girtin û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer kirin, brîndar bûn; şahidiya vê berxwedana serdemê ne. Şervanan tiştên ku jiyan kirin û bûn şahidê gelek tiştan anîn ser ziman.

 

Şervanên YPG û YPJ bûn şahidê wê serbilindiyê

 

Şervanê bi navê Rizgar Fedekar got: ”Em wek Foçê Kantona Cizîrê tevlî berxwedana serdemê bûn, bi çoş û heyecanekî mezin me berê xwe da Êfrînê, berê ku em biçin jî me pêşniyar kiribû em tevlî berxwedana serdeme bibin. Dema ku em çûn me dît ku artêşa dagirker tenê bi teknîka xwe êrîş dike ew hêza xwe bi sînge sîng şer bike nîne, em bûn şahidê wê tiştê; mixabin ew teknîka xwe giştî bi ser gelên sivîlan bikar tînê û qetil dike”

 

Nobeta hevalên şehîd hat girtin

 

Şervana YPJ bi navê Rêwan Egîd Feremez ji got: ”Wek quwetê Cizîrê me cîhê xwe di berxwedana Efrînê de girt, erka me parastina sînor û bajarê Efrînê bû, erîşa herî dijwar li ser gelên sivîl hat kirin û sivîlen ku qetil dikirin di çapemeniya xwe de wekî ku alanen leşkerî didan lê piranî cihen kû sivîl jiyan kirin li wir dida. Şervana YPJ dema kû behsa birîndariya xwe dikir wisa bîranîna xwe ani ser ziman û got: ”dema kû em çun ser dijmin balafirên keşfê me girt û li me da, di wî encamê de 2 hevalê jin û 2 hevalên xort şehîd ketin, em nêzî 6 saet bi halê xwe birîndar araziyê de man, ez û hevala xwe jin ji bo dijmin neyê cenazeyên hevalên me negirê me nobeta cenazeyên hevalê xwe girt."

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 19 Adar 2018