Şervanên YPG'ê: Em hêza xwe ji Serokatî digirin

  • 28 Cotmeh 2017 | Dîmen

Şervanên YPG'ê yên Yekîneyên Antî Terorê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Her tiştên me girêdayî Serokatî ye. Em hêza xwe ji Serokatî digirin û em dibêjin, Serokê me azad bibe, em ê jî azad bibin."
 
Di dîmenê ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ve hate weşandin de, endamên Yekîneyên Antî Terorê yên YPG'ê, girîngiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê nirxandin.
 
"Bi felsefeya Rêber Apo me xwe ji koletiya dijmin û koletiya desthilatdaran rizgar kir. Şoreşa ku îro li Rojavayê Kurdistanê pêk hat û li Rojhilata Navîn belav bû, bi rêya felsefe, fikir û ramanên Serok Apo afirî. Serokatî îro di nava tecrîdê de ye. Pêwîste hemû mirovahî li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemîne. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo ji bo hemû gelan û mirovahiyê ye. Şoreşa ku îro li Rojavayê Kurdistanê li hemberî DAIŞ'ê bi pêş ket, bi fikir û ramanên Rêber Apo derket holê. Li vê derê, bi fikir û felsefeya neteweya demokratîk a Serok Apo, Kurd, Ereb, Asûrî hemû pêkhate li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û bi ser ketin. Eger îro felsefeya Rêber Apo nebûya, wê gelemperiya cîhanê bi terorîzma dewletên dagirker û çeteyên DAIŞ'ê rû bi rû bima.
 
Em tecrîda li ser Serokatî qebûl nakin. Em ti carî tawîzê nadin ku tehdeyê li Serokê me bikin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li dû Serokê xwe bin. Em dev ji xeta wî bernadin. Ji ber ku xeta herî rast xeta Serokatî ye. Mirovên bixwazin li Rojhilata Navîn bi rengekî azad bijîn, divê li dû xeta Serokatî bimeşe. Her tiştên me girêdayî Serokatî ye. Em hêza xwe ji Serokatî digirin û em dibêjin, 'Serokê me azad bibe, em ê jî azad bibin'."