Şervanên Ereb yê Dêrazorê: Em amade ne tevlî Berxwedana Serdemê bibin
- 10 Adar 2018 | Nûçe

Şervanên YPG’ê ku ji pêkhateya Eereb in, di eniyên şer yên herêma Dêrazorê cihê xwe digrin û piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê re anîn ziman.
Şervanên YPG-YPJ û QSD’ê ku şerê çeteyên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê dikin, dibînin ku her diçe DAIŞ xurtir û bi hêztir dibe sedema wê jî ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê ye û şervan vê yekê wiha dinirxînin ku ew li hember heman feraset û hişmendiya dewleta Tirk a dagirker li Dêrazorê şer dikin.
Şervanê YPG’ê Harûn Doçka ku di Pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digre li ser hevkariya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirkiyê wiha anî ziman: ”Em li hember yek dijminî şer dikin, ew jî dewleta Tirk a dagirker e. Îro em dibînin Erdoxan alîkariya DAIŞ’ê dike bi çek , cebilxane û hemû pêwistiyên wan , ji bo vê yekê serkeftina me li Efrînê wê bibe serkeftina herêma Dêrazorê û temamî Sûriyê.”
Şervanê bi navê Cîlo Qamişlo jî dibêje gerek em hemû pêkhate bibin yek li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê; ji ber pilanên wan ku hemû civaka Sûriyê bi Kurd û Erebê wê tune bike.
Cîlo Qamişlo li ser berxwedana serdemê jî wiha dibêje: “Em ji berxwedana ku li Efrînê tê meşandin hêz û moral digrin û serkeftina Efrînê wê bibe serkeftina herêma Dêrazorê.”
Şervana YPJ’ê Zeyneb Şedadê ku ji herêma Şedadê ye, tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûye û kêfxweşe ku di nava hevalên xwe yên Kurd di heman çeperan de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û dibêje: “Ez weke jineke Ereb cihê xwe di nava YPJ’ê digrim ji bo parastina maf û doza jinê.”
Şedadê di dawiyê de silavên xwe ji hevalên xwe yên ku di Efrînê de berxwe didin rêkir û got: “Em amade ne biçin Efrînê piştgiriya hevalên xwe bikin.”
Navenda Ragihandina YPG | 10 Adar 2018

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
