Şervanên Enternasyonal Ber bi Efrînê ve Ketin Rê

  • 25 Çile 2018 | Nûçe

Bi dehan şervanên enternasyonal ji bo biçin Efrînê ber bi rêketin.

 

Bi dehan şervanên enternasyonal bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo li dijî êrişên dagirkeriyê li ser Efrînê bi armanca tevlê berxwedana Efrînê bibin, ketin rê.

 

Di roja 5. A berxwedana Efrînê de bi dehan şervanên enternasyonal bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker, di daxuyaniyê de girîngiya berxwedana Efrînê anîn ziman û saetên êvarê de ber bi Efrînê ve rêketin.