Şervanên Berxwedana Serdemê derbên giran li dagirkeran dan

  • 22 Sibat 2018 | Nûçe

Di encama çalakiya ku li girê Bilîlka yê girêdayî Raco duh hat lidar xistin de, çeperên artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê yên çekên giran bi temamî hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de hejmarek zêde leşker û çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Herwiha miqdarek çek, cebilxane û amûrên lojîstîkê jî ketîn destê şervanên YPG û YPJ’ê.