Şervanê YPG’ê Eynat Rojava: “Yek bihustek xaka ku em ji dagirkeran re bihêlin nîne!”

  • 5 Avrêl 2018 | Nûçe

Eynat Rojava yê ku bi destpêkirina Berxwedana Serdemê re berê xwe da nav refên YPG’ê got ku “Wê tu caran destûr nedin ku dagirker gelê me qetil bikin û mêtingeriyê li ser wan ferz bikin.”

 

“Min xwest ku tevlî wê hêza ku xwe ji bo me feda dikir bibim”

 

Li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst yên girêdayî wê yên li ser kantona Efrînê bi sedan hemwelatiyên sivîl hatin şehîd xistin û bi sedan jî brîndar bûn. Di nav ew kesên hatin qetilkirin de gelek jin û zarok jî hebûn. Herwiha bi dehan gund bi balafirên şer û çekên herî pêşketî yên NATO hatin bombebarankirin û valakirin. Her ku berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê li hember van êrîşan didome, roj bi roj tevlîbûna nav refên YPG û YPJ2ê jî zêdetir dibe. Rojava di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew “bi berxwedana şervanan ya li hember vê wehşetê pir bandor bûye û biryar daye ku tevlî wan kesên ku xwe ji bo wan feda dike bibe.”

 

“Em weke ciwanên Efrînê û Kurdistanê soza serkeftinê didin!”

 

“Pêdiviya vî gelî bi rêvebirina hêzên derveyî nîne. Hêza me û asta me ya xwe rêvebirinê heye. Artêşa dagirker bi me re ketiye înadê lê bila vê jibîr neke ku em ji wê bêhtir xwedî biryar in. Emê tola gelê xwe yê ku him li Efrîn û him jî li deverên din yên welat hatine qetilkirin hilînin. Ji bo ku em bibin yek û em bikaribin tola gelê xwe yên ku hatine qetilkirin ez bang li herkesî dikim serî hildin berê xwe bidin nav refên YPG-YPJ’ê. Em weke ciwanên Efrînê soza serkeftinê didin gelê xwe û em dibêjin ku îddîaya me mezin e.”

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 5 Avrêl 2018