Şervanê YPGʹê Polat Efrîn çalakiyeke fedayî kir û gihîşt şehadetê

  • 12 أذار 2018 | Daxuyanî

Şervanê YPGʹê Polat Efrîn li eniya Bilbilê çalakiyeke fedayî pêk anî û şehîd bû.

Polat Efrîn îro ango 12 Adarê di şerê li gundê Qizilbaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê heya guleya xwe ya dawî li ber xwe da. Piştî ku cebilxaneya wî xilas dibe heval Polat bi ruhekî fedayî, li ser bêtêl (destik) xatir ji hevalan dixwaze û çalakiyeke fedayî li dar dixe û derbên giran li dijmin dide.

Di encama vê çalakiya fedayî de heval Polat digihêje şehadetê. Piştre wê agahiyên derbarê nasnameya şehîd de werin dayîn.