Şehidên Rizgariya Hesekê - Tebax 2016
- 28 Tebax 2016 | Şehîd

Di 16'ê Tebaxê hêzên rejîma Sûrî û pêxwasên wê li sûka bajarê Hesekê careke din êrîşê welatiyên sivîl kirin. Êrîşkarên rejîmê ku li hember bersiva Asayişê hêza berxwedanê tunebûn, taxên bajar dan ber silahên giran, top û hawanan - herwiha firokeyên şer ên rejîma Sûrî di nava du rojan de zêdetirî 10 herêmên sivîl bombebaran kirin û di encam de bi dehan kes şehîd û birîndar xistin.
Ji ber êrîşên ku li ser gelê Hesekê pêkhatibû Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxele kir û li dijî nuqteyên rejîmê çalakî li dar xist. Di wan şeran de 10 rêhevalên me ku li nuqteyên pêş ên pevçûnan de heta dawiyê li hember êrîşên rejîmê li ber xwe dabûn, gihiştibûn şehadetê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em di şexsê hevalên xwe hemû pakrawanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan tucarî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û emê tekoşîn bikin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.
Nasnameya sehidan wiha ye:

Navê Tevgerî: Artêş Hesekê
Navê Rast: Salih Elî
Navê Dayikê: Hemdiye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016

Navê Tevgerî: Cûdî Hesekê
Navê Rast: Ramî Ebdulah
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 19-08-2016

Navê Tevgerî: Delîl Hesekê
Navê Rast: Fadî Diyab
Navê Dayikê: Neşmiye
Navê Bav: Ferhan
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 24-08-2016
Navê Tevgerî: Elî Kanîreş
Navê Rast: Esed Karabag
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Şewiş
Cihê Ji Dayikbûnê: Çewlik
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016

Navê Tevgerî: Hogir Mazlûm
Navê Rast: Mihemed Şehab
Navê Dayikê: Pîroze
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 17-08-2016

Navê Tevgerî: Jêhat Amed
Navê Rast: Recep Talmaç
Navê Dayikê: Kewser
Navê Bav: Mahfûz
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016
Navê Tevgerî: Leyla Rizgar
Navê Rast: Axîn Oncel
Navê Dayikê: Husnugul
Navê Bav: Hamdullah
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016

Navê Tevgerî: Mazlûm Serêkaniyê
Navê Rast: Qusey El Ezo
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016

Navê Tevgerî: Nûman Tolhildan
Navê Rast: Xelîl Kokel
Navê Dayikê: Şûkran
Navê Bav: Yehya
Cihê Ji Dayikbûnê: Bismil, Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016

Navê Tevgerî: Xelîl Ado Serhildan
Navê Rast: Mehmet Ado
Navê Dayikê: Zînet
Navê Bav: Ekrem
Cihê Ji Dayikbûnê: Mardîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016
Navenda Ragihandina YPG
28 Tebax 2016

Em hevrêyê xwe Cûdî Amanos bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPG | 14ê Tîrmehê 2022’an

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan birêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 02 Tîrmeh 2022

Di derheqê êrişa ku li Kobanî hat lidar xistin de daxuyanî
Fermandariya Giştî ya YPG | 11 Gulan 2022

Em di salvegera şehadeta wî de fermandarê Berxwedana Serdemê Şehîd Karker bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18 Adar 2022

Em yek ji pîrê qedîm ê Dêrsimê û hevrêyê me Apê Mûsa û hevrêya me Arîn bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemenîya YPGê | 8ê Sibata 2022

Em salvegera 11emîn a şehadeta pêşeng û mîmarê şoreşa me fermandar şehîd Xebat Dêrik bi rêzdarî bi bîr tînin
Fermandariya Giştî ya YPG | 13ê Çileya 2022
