Şehîd rêwiyên heqîqetê yê herî rastin

  • 15 Nîsan 2017 | Şehîd

Yekîneyên Parastina Gel YPG di destpêka şoreşa Rojava heya roja me ya îro tekoşînekê bê hempa li hember terora ku li ser gelê Rojava û Bakurê Suriyê hatiye meşandin, daye. YPG ne tenê şerê xwe yê li hember çeteyan bi serkeftî meşandiye hatiye naskirin, di heman demê de bi rêxistinkirin û taybetmendiyên xwe yên netewî û navnetewî hatiye naskirin. Bi ev taybetmendiyên xwe di herêmê de û qada navnetewî de bi hezkirin û qebûlkirinê re hatiye pêşwazîkirin. Bi vê girêdayî gelek ciwanên biyanî tevlî meşa azadiyê bûne û di oxira biratiya gelan de xwînê xwe yên zelal û pak rijandine.

 

YPG roja me ya îro jî ji bo aramiya herêmê tekoşîna xwe ya bê hempa di bin sîwana QSD’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne. Şervanên azadiyê bi armanca tunekirina dagirkerî û terora DAIŞ’ê bi baweriyekî  xort û bi rihekî berxwedêr têdikoşe. Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li her demî zêdetir li hember şervanên Xezeba Firatê bi her cûreyên şer êrişên berfireh lidar dixe. Şervanên QSD’ê hemû êrîşên çeteyan şikandiye û pêşveçunê xwe ber bi Reqqayê berdewam dike.

 

2 şervanên me şikandina êrişê çeteyan de bi cesaret û fedekariyekî mezin berxwe dan û binxistina armanca çeteyan de rolên sereke leyîstin. Yek ji wan hevalan şehîd Canpolat e ku eslê xwe ji welatê Îraqê ye. Weke YPG tekoşîna şehîd Canpolat ku ji bo mirovatiyê daye û bi şehadeta xwe pira navbera gelan de xurt kiriye, ji bo xurtkirinê soza bilindkirina tekoşînê didin û sersaxiyê ji gelê Îraqê re dixwazin.

 

Hevalê me Ceger Hesekê ji bo parastina gundê Ebû Fas yê girêdayî Şedadê li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihiştiye şehadetê.

 

Weke YPG û YPJ hemû şehîdên berxwedêr bibîrtînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Serî de ji malbatên şehîdan û hemû gelên Rojava, Bakurê Surî û gelên Îraqê re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me daye şehîdan ji bo welatekî azad avabikin û biratiya gelan çêbikin em careke din nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Canpolat

Navê Rast: Atalla Xidir Taha

Navê Dayikê: Fadîle

Navê Bav: Xidir

Cihê ji Dayikbûnê: Îraq

Cih û Dîroka Şehadetê: Bajêrê Tebqa 10 Nîsan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Ceger Hesekê

Navê Rast: Samî Umir

Navê Dayikê: Neîma

Navê Bav: Feyad

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Fas 11 Nîsan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Cîlo Qamişlo

Navê Rast: Xelîl Şêxo

Navê Dayikê: Wîdad

Navê Bav: Elî

Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Merzîla 12 Nîsan 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 15 Nîsan 2017