Şehîd Nirxên Herî Bi Rûmetin (Rûbar, Firat, Delîl)
- 9 Adar 2017 | Şehîd

Yekîneyên Parastina Gel YPG di damezrandina xwe heya roja meya îro gelek fermandarên xwe ku pêşengtiya şer û jiyanê kirine şehîd daye. Ev şeş salên dawî de serî de damezrînerên YPG şehîd Xebat Dêrik, Rûbar Qamişlo, Hisên Şawîş û bi dehan fermandarên YPG ku pêşengtiya Şoreşa Rojava kirine şehîd bûne.
Hemleya Xezeba Firatê ku ji bo rizgarkirina bajar û gelê Reqqayê ye, bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ’ê îro gihaştiye ber deriyê Reqqayê. Ev pêşketin bi saya şehîdên me ku bi berxwedana bêhempa meşandine ye.
Em îro sê hevalên xwe ji gelê xwe re aşkere dikin. Yek ji wan fermandarên me ku di hemleya Xezeba Firatê de di destpêkê de cihê xwe girtiye û heya tekoşîna xwe ya dawî gihiştiye asta şehadetê fermandar Rûbar Mêrdîn e.
Rêheval Rûbar ji berxwedêrên mezin ku di şoreşa Rojava de rolekî mezin lîstibû û berpirsiyartiyên girîng girtibû li ser milê xwe. Rêheval Rûbar li hemberî doza gelê Kurd xwe berpirsiyar dît û dest bi xebatên netewî kir.
Heval Rûbar li gelek bajarên Rojava li dijî terorîstên DAÎŞê şer kir. Di jiyana xwe ya di nava tekoşîna rizgariya netewî de bi dilnizimbun û fedakariya xwe dihat naskirin, di gelek hemleyan de cihê xwe girtiye û di deskeftiyên ku hatine standin de rolekê mezin leyîstiye.
Mardîn ku ev şeş sale di şoreşa Rojava de cihê xwe girtiye. Erka şoreşê ku ketiye ser milê wî heya dawî jî pêk aniye.
Hevalê me Delîl Doxan jî di hemleya Xezeba Firatê de ji bo rizgarkirina Reqqayê li hember çeteyên hov yên dijî mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye û heya bighije asta şehadetê berxwedanekî mezin nîşan daye. Hevalên me Firat Amed kû ji yên destpêkê tevlî nava refên YPG bu li bajarê Dêrikê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.
Wek YPG û YPJ di kesayeta şehîd fermandar Rûbar Mêrdîn de hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Serî de malbatên şehîd û gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Tekoşîna şehîdan ku gihandine vî astî hîn zêdetir bilindtir bikin soza xwe nû dikin.
Nasnameya Pakrewanan Wiha Ye:
Nav û Paşnav: Rûbar Mardîn
Navê Rast: Metîn Bekir
Navê Dayikê: Gêvê
Navê Bav: Eyûb
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Mamuriyê 02 Adar 2017
Nav û Paşnav: Firat Amed
Navê Rast: Şehzad Hadî
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Ekrem
Cihê Ji Dayikbuyînê: Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik 06 Adar 2017
Nav û Paşnav: Delîl Dogan
Navê Rast: Umer Karakoyun
Navê Dayikê: Nûrhat
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 02 Adar 2017
Navenda Ragihandina YPG | 9 Adar 2017

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020
