Şehîd Mazlûm sembola ragihandina azad û şoreşger e

  • 28 Îlon 2016 | Şehîd

Di 28’ê Îlona 2014, dema ku endamê Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel, Mazlûm Bagok li herêma Rebîa ya li ser sînorê Rojava û Iraqê dixwest şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê bişopîne û qehremantiya şervanên YPG û YPJ bi kamêraya xwe ragihînê gihişte şehadetê.

 
Mazlûm Bagok, bi navê rast Ehmed Se’do, di sala 1992 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vekir. Ehmed xwendina xwe heta zanîngehê dewamkiribû. Malbata Ehmed ya welatparêz bandorek berçav li ser kesayeta wî kiribû, ew di sala 2012 tevlî xebatên ciwanan bû û li wir cihê xwe di nava ragihandinê de girt. Bi bandorbûna şehadeta rêhevalê xwe Ehmed di bihara 2014 beşdarê YPG bû û dîsan erkên xwe di ragihandin û çapemeniyê de girt.
 
Ji Şengal û Rebîa heta Til Koçer şehîd Mazlûm di qada ragihandinê de tekoşînek bilind li pey xwe hişt û xeta rojnamevaniya azad ji me re nîşan da. Şehîd Mazlûm bi sekn û fedakariya xwe mînakek bû ji rastiya têkoşîna ku ji bo şoreşê pêwîste.
 
Di duyemîn salvegera şehadeta rêheval Mazlûm, em hemû şehîdên ragihandina rastiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Hêz û hêviya ku şehîdên me dane me wê xebatên me ji bo ragihandina şoreşa azadîxwaziya gelên Rojava bêhtir xurt bike.
 
Navenda Ragihandina YPG | 28 Îlon 2016

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019