Şehîd Faris Xanê - 31 Tebax 2016

  • 1 Îlon 2016 | Şehîd

Di derengiya roja Sêşemê, 30'ê Tebaxa 2016’an de, rêhevalê me Faris ji bo erkekî fermî li gel birîma Til Koçer ya Yekîneyên Antî Teror (YAT) ji bo tesbîtkirina cihê çeteyekî DAIŞ'ê diçe gundê Rimeyid yê girêdayî Til Hemîs. Piştî ku erka xwe bi dawî kir, di dema vegerê de şaneyên DAIŞê mayînek di destpêka rêya mala hevalê me danîbûn. Di encama teqina mayîne de hevalê me Faris birîndar dibe, pişt re hevalê me radikin nexweşxaneya Qamîşlo û dûre Hesekê. Lê mixabin ji ber giranbûna rewşa birînan di demjimêr 12ê nîvro de heval Faris şehîd dikeve.
 
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di şexsê rêhavel Faris de em tevahî şehîdên Soreşa Rojava bi rûmet bi bîr tînin. Serî de ji malbata rêzdar ya Xanî ji tevahî gelên Rojavayê Kurdistanê re em sersaxî dixwazin û şehadeta rêhevalên xwe nîşaneyek din ji xebata dirêj û dijwar ku ji bo ewlehiya Rojava û heremê li hemberê me ye dibînin. Fedakariyên ku şehîdên me rojane nîşan didin tu carî vala nebûye, bêhtir, her şehîdek dibe hêzêk nû di dil û canê me de. Em careke din soza şopandina rêya şehîdan nû dikin û heta gihîştina azadiya rasteqîn em ê têkoşîna xwe bilind û bihêz bikin.
 
Nasnameya şehîd wiha ye:
 
Navê Tevgerî: Faris Xanê
Navê Rast: Faris Hesen
Navê Dayikê: Zubeyda
Navê Bav: Hec Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 31-08-2016
 
Navenda Ragihandina YPG
1 Îlon 2016