Şehîd Fîraz Dag Hat Oxir Kirin
- 10 Mijdar 2017 | Nûçe

Yek ji endamê Ragihandina YPGê, nivîskar û derhêner Şehîd Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) li Londonê ji alî hezaran ve hat oxir kirin.
Şehîd Fîraz Dag ku di nav civaka Kurd-Elewî ya Londonê baş dihat nas kirin û hez kirin, bi salan di kar û xebatên şoreşgerî yên li Ewropayê de cîhê xwe girtibû. Li gel çalakvaniya xwe, di warê sînema, helbest û rojnamevanî de jî xwedî ked û xebateke berfireh bû. Di serdemên herî zehmet yên ku li Rojavayê Kurdisan şer û berxwedaniyeke bêhempa dihat meşandin de, Şehîd Fîraz di qadên welatên Ewropayê bi çalakvaniya xwe derketibû pêş.
Li ser biryara zivirandina Welat, berê xwe da Rojava û di nav kar û xebatên Navenda Ragihandina YPGê de bi awayekî aktîf cîhê xwe girt. 26ê Îlonê dema li Reqqayê li ser karê xwe bû, di êrîşeke hovane ya DAIŞê de gihîşt şehadetê.
Ji alî hezaran kesî ve hat oxir kirin
Di merasîma ku li Navenda Civaka Kurd ya Londonê hat lidar xistin de bi hezaran Kurd û gelek kesên ji pêkhateyên din, Şehîd Fîraz Dag bibîranîn. Li vir dayika Şehîd Erik Scurfield, yekem kesê Brîtanî yê ku di nav refên YPGê gihîşt şehadetê, axaftinek kir û got:
“Hêza wî ya anîna gel hev ya mirovan hişt ku li her derê di xebatên xwe de serkeftî be. Dîsa sedem ev bû ku di demek kurt, li Rojavayê Kurdistanê jî bû hezkiriyê herkesî.”
Li ser navê malbatê bavê Şehîd Fîraz, Kalender Aksoy got ku: “Lawê min dilopeke av bû, niha bû rûbar û herikî nav dilê gelê xwe. Ew girek bû, niha bû çiya! Lawê min bû roj û agirê berxwedanê.”
Herwiha berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJê Nesrîn Ebdûllah jî bi rêya telefonê tevlî merasîmê bû û anî ziman ku “wê bîranînên wî yên ku li pey xwe hiştî her daîm di dilê rêhevalên wî de zindî bimînin û bibin enerjiya domandin û bilindkirina têkoşînê.” Ebdûllah herwiha got ku “em soz didin ku emê xewn û xeyalên şehîdê xwe bidin jiyan kirin.”
Piştî merasîma bi heybet, cenazeyê şehîd Fîraz bi meşeke girseyî ya ku ji hezaran kesî pêk tê, li goristana Highgate, li nêzi gora Karl Marx hat defin kirin.
Navenda Ragihandina YPG | 10 Mijdar 2017

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
