Şehîd Ebdulrehman û şehîd Sefqan Serêkaniyê (Xezeba Firatê)

  • 5 Çile 2017 | Şehîd

Pêngava Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe dewam dike û şervanên Odeya Çalakiyan ya Xezeba Firatê pêşveçunên xwe ber bi Reqayê bilez dikin. Di çarçoveya vê pêngavê de şervanên Xezeba Firatê di rizgarkirina bajarokê Mehmûdiyê de berxwedaniyek mezin dane meşandin û encamê de bajarok bi tevahî ji çeteyên DAIŞê rizgarkirin. Di oxira vê çalakiyê de hevalek me bi qehremanî şer kir û gihişte şehadetê.
 
Îro herwiha em nasnameya hevalekî xwe radighînin ku li bajarokê Silûkê di dema ku li ser erka xwe bû û peywirên parastinê pêk dianî gihîşte şehadetê.
 
Şehîdên me ji bo xeyalên gelên Reqqayê bi cih bînin, sînga xwe dane pêşiya guleyan ta ku wan ji zilm û terora DAIŞê xilas bikin. Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em di kesayeta şehîd Ebdulrehman û şehîd Sefqan hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin, bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan bi vê behaneyê nû dikin.
 
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Nav û Paşnav: Ebdulrehman
Navê Rast: Ebdurehman Ebûd
Navê Dayikê: Helwa
Navê Bav: Ebûd
Cihê Ji Dayikbuyînê: Gundê Şerahî, Tişrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Mehmûdlî, Reqqa / 31 Kanûn 2016
Nav û Paşnav: Sefqan Serêkaniyê
Navê Rast: Enwer Ehmed
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbuyînê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Silûk, Gundê Kefer El-Beg / 1 Çile 2017
 
Navenda Ragihandina YPG | 5 Çile 2017