Şehîd Dilşêr Qamişlo - 10 Îlon

  • 14 Îlon 2016 | Şehîd

Hêzên êrîşkar ku rastiya gelên Rojava baş dizanin hewl didin ku pêşî li têkoşîna wan bigirin. Lê belê li Rojava bi hezaran ciwan li her deverekî li hemberî çeteyên paşverû yên mîna DAIŞ û alîgirên wan heta dawiyê têkoşîn dikin û tu caran jî ji vê têkoşeriya xwe, xwe nadin paş û li hemberî dijmin çok naşikînin. Ew bi berxwedana xwe destan û lehengiyên di dîrokê de hatine nivîsîn serobin dikin û di rûpelên dîrokê De bi tîpên zêrîn destana berxwedanî û lehengiyê binivîsînin. Di vê rêyê de bedêlên giran didin û bi van bedêlan re jî mîrateyeke mezin a têkoşîn û azadiyê li pey xwe ava dikin.
 
Belê Heval Dilşêr yek ji van bedle bu, di radeyek bilind de cihê xwe di nav kar û xebatên leşkerî û perwerdê de girt. Heval Dilşer di 10 Îlonê de dema erkê xwe di nav refên YPG de pêk danî li herême Şedadê giheşt asta şehadetê.
 
Em di şexsê hevalê Dilşêr de hemû pakrewanên şoreş û berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Ji malbata şehîd û tevahî gelên Rojava re em sersaxiyê dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan careke din nû dikin.
 
Nasnema şehîd wiha ye:
 
 
Navê Tevgerî: Dilşêr Qamişlo
Navê Rast: Alaa Ebdulleh
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 10 Îlon 2016
 
Navenda Ragihandina YPG
14 Îlon 2016

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021