Şehîd Bahoz Til Temir - 12 Îlon 2016

  • 12 Îlon 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Di şeva 6ê Îlonê de saet 22:00’an Artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser maşîneyeke hevalên me. Di encama vê êrîşê de 2 hevalên me birîndar bûn. Yek ji van hevalan yê birîndar bûyê heval Bahoz bu rixmê hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadetê.
 
Weke YPG di serî de malbata şehîd, em ji tevahî gelê xwe re ji bo vê windahiyê sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li ber bîranên şehîd ditewînin. Soza tolhildana xwîna pakrewan û şopandina meşa wan em careke din nû dikin û dibêjin heta gihiştina armancên wan yê azad em ê nesekinin.
 
Nasnameya şehîd wiha ye:
 
 
Navê Tevgerî: Bahoz Til Temir
Navê Rast: Telal Îniz
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik, Eyndiwer / 6 Îlon 2016
 
Navenda Ragihandina YPG
12 Îlon 2016