Şehîd Azad û Şehîd Bîlal (1ê Cotmeh)

  • 1 Cotmeh 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Rojava bi berxwedan û tekoşîna xwe dîroka serkeftinê avakir û meşand. Li ser riya azadiyê û roj bi roj raya tekoşîn û azadiyê bilind kir. Hemû bi saya bexwedan û tekoşîna Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ û şehîdên ku bi qehremantî şehîd ketine hat avakirin.
 
Rêheval Azad Şervan ji berxwedêrên mezin ku di şoreşa Rojava da rolekî mezin listî bû û berpirsiyartiyên girîng girtibû li ser milê xwe. Rêheval Azad li hemberî doza gelê Kurd xwe berpirsiyar dît û dest bi xebatên netewî kir.
 
Heval Azad li gelek bajarên kantona Kobanê li dijî terorîstên DAÎŞê şer kir. Di jiyana xwe ya di nava tekoşîna rizgariya netewî de bi dil nizimbun û fedakariya xwe dihat naskirin. Di 27 Îlonê de heval Azad di encame qezeyê de li bajarê Serêkaniyê şehîd ketiye.
 
Rêheval Bîlal Dêrik li Girkêlegê 28 Îlonê de dema erkê xwe di nav refên Yekîneyên Parastine Gel YPGê de pêk dianî giheşt asta şehadetê.
 
Em weke yekîneyên parastina gel û yekîneyên parastina jin soza xwe nû dikin ku emê li ser rê û şopa şehîdan bimeşin heya dilopa xwîna xwe ye dawî.
 
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Nav û Paşnav: Azad Şervan
Navê Rast: Zeynedîn Tosûn
Cihê Ji Dayikbuyînê: Batman
Navê Dayikê: Sebîha
Navê Bav: Sebxetulleh
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê 27 Îlon 2016
Nav û Paşnav: Bîlal Dêrik
Navê Rast: Mihemed Bedir
Cihê Ji Dayikbuyînê: Tilbirak
Navê Dayikê: Sibhiye
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Girkêlegê 28 Îlonê 2016
 
Navenda Ragihandina YPG
1 Cotmeh 2016

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021