Şehîd Agir(Nazzareno) û Berxwedan (Ryan Lock)

  • 3 Çile 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

   Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekineyên Parastina Jin di Rojhilatnavîn de nîşanê cihanê da hişt ku mirovahî rastiya gelê Kurd nasbike, rastiya gelê qehreman serwext bibe. Îro yê ku terora DAIŞ hildiweşîne û dawî lê tîne YPG ye. Lewra her kesek xwedî namûs dixwaze li gel vê hêzê şer bike û mohra xwe li dîrokê bide.

   Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ li hember DAİŞ’ê şer kir û di giştî cîhanê da mirovatî kişand gel xwe.

 

Her du lehengên me Agir û Berxwedan yên pêşeng ku bi ilankirina hemleya rizgarkirina Reqqayê ji 5'ê Mijdara 2016’an heta niha berxwedaniyek bi rêxistinkirin di nav refên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de li hember çeteyên DAIŞ kirin, li eniyên bakurê Reqqayê derbên mezin li çeteyan dan. Van hevalên me ji roja destpêkê ji hemla ’’Xezeba Firatê’’ heta niha li gel hemû bêderfetiyan û rewşa ne baş bûn pêşengên berxwedanê û komên çete kirine nava tirs û xofên mezin.

 

Hevalê me Agir (Nazzareno Antonio Tassonedi) mewziya xwe de heta gulleya dawî bi israr û îradeyek mezin şer kiriye û bûye nûnerê ruhê fedaî. Her wiha rêhevalê me Berxwedan (Ryan Lock)  ji roja destpêkê ji operasyonê heta kêliya dawî deqeyekê ranewestiyaye û li hemû eniyên şer cih girt û bû navê fedekariyê. Wan hevalan mezinbûna xeta qehremantiyê nîşanî hemû dost û dijminan daye.

 

   Hevalên Agir û Berxwedan çeper bi çeper geriyan û hertim bi xwesteka xwe di qadên herî pêş de çihê xwe girtine û tu caran jî teredûd jiyan nekirine, hêz û bawerî dane hevalên xwe yên berxwedêr. Em bi şehîdbûna her du hevalên pêşeng ketine nava xemgîniyek kur û şehadeta wan bûye sedema êşek mezin. Lê belê dewamkirina têkoşîna wan a pîroz û meşa di bin ala berxwedanê ku bi şehadeta xwe bilindkirine ji bo me rûmetek mezin e. Hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelan feda kirine û ji cîhanê re bûne sembol û mînak.

 

Em ji windakirina rêhevalên wiha giranbûha çiqas êşekî mezin bibîhîzin jî, di şopandina rêya wan de jî ewqas bi israr in. Rêheval Agir û Berxwedan wê bibin pêşengên tekoşîna me û bîranîna wan di her kêliyê me de jiyan bikin. Em hemû şehîdên di pêşengiya heval Agir û Berxwdan de, ku mezinbûna berxwedana li bakurê Reqayê ji hemû cîhanê re ragihandine bibîrtînin û soz didin ku emê têkoşîna wan bigijînin serkeftinê. Em li pêşberî şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

 

Em di şexsê van her du hevalan de ji bo hemû gelê cîhanê û mirovahiyê, bi taybet jî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameya Pakrewanan Wiha Ye:

 

 

Nav û Paşnav: Agir Ararat

Navê Rast: Nazzareno Antonio Tassone

Navê Dayikê: Tina

Navê Bav: Mark

Cihê Ji Dayikbuyînê: New Market-Ontario-Canada

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Caber Xerbî 21.12.2016

 

 

Nav û Paşnav: Berxwedan Gîvara

Navê Rast: Ryan Lock

Navê Dayikê: Cathrin

Navê Bav: John

Cihê Ji Dayikbuyînê: Chichester. UK

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Caber Xerbî 21.12.2016

 

Navenda Ragihandina YPG | 03 Çile 2017

Emê bi ruhê fermandar Karker dagirkeriyê bi dawî bikin

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Adar 2023

Em rêhevalê xwe Mihemed Dede bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Adara 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike

Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Dilxwaz û Hisên bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandina YPG | 10’ê Kanuna 2022