Şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (8-9 Cotmeh 2017)

  • 12 Cotmeh 2017 | Şehîd

Pêşketina hêzên QSD bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ li Reqqa û bakurê Dêrazorê bê seknandin dewam dike. Tevî ku li seranserî sînorê Rojava artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hewl didin bi êrişên xwe operasyonên şervanan reş bikin jî, bakurê Sûriyê bi van pêngavan gihiştiyê ewlehiyê.
 
Li Reqqayê welatiyên bajar ku ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin bê navber tên rizgarkirin û çete jî rojên xwe yê dawî jiyan dikin. Li Dêrazorê jî gund û nuqteyên stratejîk pey hev tên paqijkirin û pêşveçûna şervanan li bakurê çemê Firat û ber bi sînorê Îraqê didome.
 
Di Pêngava Bagera Cizîrê hevalê me Aras Kobanê ku ji pêkhateya Ereb e, di çalakiyên ku di 8’ê Cotmehê de hatine meşandin, bi qehremanî li ber xwe daye û gihiştiyê şehadetê.
 
Herwiha du hevrêyên me bi nasnavên Cûdî Ararat û Ferîd Efrîn di encama qezayên cûda de jiyana xwe ji dest dane û tevlî cangoriyên azadiyê bûne.
 
Weke YPG û YPJ, serî de ji malabta van şehîdan, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û carek din soza xwe dubare dikin ku şopdarê rêya şehîdan bin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Aras Kobanê
Navê Rast: Ehmed Sad Muxelif
Navê Dayîkê: Fedîle
Navê Bav: Sad
Cihê ji Dayîkbûnê: Til Hemîs
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Cûdî Ararat
Navê Rast: Mehmûd Cemîl
Navê Dayîkê: Fexriya
Navê Bav: Filzor
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Ferîd Efrîn
Navê Rast: Cîger Hesen
Navê Dayîkê: Esmahan
Navê Bav: Mistefa
Cihê ji Dayîkbûnê: Mabeta Araba
Cîh û Dîroka Şehadetê: 09-10-2017 Meranaz
 
Navenda Ragihandina YPG | 12 Cotmeh 2017