Şehîdên YPG û YPJ (10-12 Îlon 2017 Dêrzorê û Reqqa)

  • 13 Îlon 2017 | Şehîd

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û Pêngava Bagera Cizîrê ya li bakurê Dêr Ez-Zorê, bi hemû lez û dijwariya xwe didomin. Operasyona Reqqa her roja ku diçe nêzî serkeftineke misoger dibe. Di encama şerên giran de li Reqqaya ku bi piranî di bin kontrola QSDê de ye meşa serkeftî didome. Herwiha, Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizarkirina bejahiya li bakurê Dêr Ez-Zorê ji çeteyan di roja xwe ya pêncemîn de didome. Şervanên QSDê, bi pêşengtiya YPG û YPJê, ji du baskan ve heya niha zêdetirî 50 kîlometran pêşde çûne.
 
Operasyonên ku bi armanca ji binî tunekirina terorîzma DAIŞê tên meşandin, her ku ber bi armancên tekez ve diçe, bi xwe re êrîşên hîn hovanetir yên çeteyan jî tîne. Çeteyên DAIŞê yên ku ji van bajaran rêya revê nabînin serî li rêbazên êrîşên întîxarî didin. Li gel ku gelek ji van êrîşan hatin vala derxistin jî, di navbera dîrokên 10 û 12ê Îlonê de li her dû navendan di nav şerû pevçûnên dijwar de, li Dêr Ez-Zorê çar, li Reqqa jî yek heval gihiştine şehadetê.
 
Em wek YPG û YPJ, di serî de ji malbatên şehîdan re, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya girêdana bi rêya wan û heya serkeftina mezin bê navber domandina têkoşînê dubare dikin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Agirîn Şedadê
Nav û Paşnav: Ruqiya Salih
Navê Dayikê: Sara
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017
Nasnav: Akif Berxwedan
Nav û Paşnav: Beşîr Hemîd
Navê Dayikê: Xensa
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir 1997
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017
Nasnav: Brûsk Rojhilat
Nav Û Paşnav: Kajîn Yasînzade
Navê Dayikê: Nadiya
Navê Bav: Qasim
Cihê Ji Dayikbûnê: Ûrmiye
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 12-09-2017
Nasnav: Koçber Til Temir
Nav û Paşnav: Emîr Hemade
Navê Dayikê: Bedra
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017
Nasnav: Şerzan Amed
Nav û Paşnav: Vedat Sarı
Navê Dayikê: Suna
Navê Bav: Esad
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Salhiyê, Dêrzorê 10-09-2017
 
Navenda Ragihandina YPG | 13 Îlon 2017