Şehîdên Xezeba Firatê (07 Kanûn )

  • 07 Kanûn 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Di Suriyê de ev 5 salin şerên dijwar bê navber berdewam dike, di nava vî şerî de gelek hêz, artêş û komên cûda çihên xwe têde digirin. yek Ji wan jî hêza Sûriya Demokratîk e, ku ji gelek pekhetiyên cûr be cûr mîna” Xeristiyan, Turkman, Ereb, Kurd... HWD” pêk hatiya.

 

Yekîneyên Parastine Gel YPG û Yekîneyên Parastine Jin YPJ Ji bo rizgarkirina Sûriyeke azad  ji Terora DAIŞ rolekî girîng girtine ser milê xwe li hemberî terora DAIŞê şerekî pir dijwar di meşînin.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD di 5’ê mijdara 2016’an de hemleya Xzeba Firatê li hemberî payîtexta DAIŞê (Reqqa) da bû despê kirinê. Di vî hemleyî de gelek cihên stratejîk ketin destê şervanên QSDê, di gelek cihan de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encama şerên dijwar de yên li Bakûrê Reqqayê sê şervanên me yên bi qehremantî şer kirin û heya dilopa xwîna xwe ya dawî berxwe dan û gihîştin Şehadetê.

 

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî da malbata her sê şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin, em ê tucarî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.

 

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav Û Paşnav: Ehmed Kobanê

Navê Rast: Ehmed Nebo

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê

Cih Û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa 04.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Serhed Kobanê

Navê Rast: Husên Reşo

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê

Cih Û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa 04.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Zagros Mîks

Navê Rast: Nîhat Tosûn

Navê Dayikê: Nazîme

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Wan- Mîks

Cih Û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa 28.11.2016

 

Navenda Ragihandina YPG | 07 Kanûn 2016