Şehîdên Tebqa û Reqqa (5-7 Gulan 2017)

  • 12 Gulan 2017 | Şehîd

Di rizgarkirina bajarê Tebqa de rola herî esasî leyîstine şehîd û lehengên me ne. Li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de têkoşîneke rast meşandin encax bi xwedî riheke fedayî gengaz e. Ev rih di şervanên azadiyê xwe nîşan dide. Terora ku li Rojava û Bakurê Suriyê hatibû meşandin ji aliyê çeteyan ve eger îro ber bi xelasbûyinê ve diçe ev bi saya şehîdên me yên bê tereddût şer kirine û xwîn rijandine ye. Ji bo rizgarkirina bajar û gelê Reqqayê ku pêngav hatibû destpêkirin û bê navber berdewam dike şervanên azadiyê wê rêya şehîdan de bimeşin û armanca şehîdan ku ji gelên tevahî Surîyê di bin terorê de xilas bikin, têbikoşin.

 

Di rizgarkirina Tebqa de û gundên derdorê Reqqayê de 5 hevalên me ku bi lehengî şerkirin û gihiştin asta şehadetê radigihînin. Ev hevalên me di xilaskirina terora DAIŞ’ê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan de erk û peywirên ku girtibûn ser milên xwe bi rihekî berxwedêr têkoşiyan û canê xwe vî oxirê de feda kirin.

 

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me re dixwazin. Soza serkeftin û bilindkirina têkoşînê careke din nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Ayat Til Gidîş

Navê Rast: Muhened Mitlik

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê, Gundê Til Gidîş

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 6 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Bêkes Til Koçer

Navê Rast: Hatim Siltan

Navê Dayikê: Fuza

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 6 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Qendîl Kobanê

Navê Rast: Welîd Calmîş

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ismaîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Sehlîl El Xeşed 5 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Rûstem Diyar

Navê Rast: Mihemed Derwêş

Navê Dayikê: Uweyş Casim

Navê Bav: Ebdulfatih El Derwêş

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 7 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Sabir Qamişlo

Navê Rast: Ehmed Elebas

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Ebas

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo, Gundê Metîniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 6 Gulan 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 12 Gulan 2017