Şehîdên Rizgarkirina Dêrezorê û Kobanê

  • 5 Adar 2018 | Şehîd

Li Rojava û Bakurê Suriyê li dijî dagirkeriyê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de çeteyên DAIŞ’ê 28’ê Sibatê êrişên berfireh li ser hêzên me kiribûn û ev êriş hatibûn şikandin. Di vê êrişê de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şerkirine û gihîştine şehadetê.

 

Herwiha artêşa Tirk a dagirker 3’ê Adarê gundê Zormixarê ya Rojavayê Kobanê bi çekên giran û bi obûs û hawanan çeperên hêzên me û malên sivîlan yekser hedef girtine û topbaran kirine. Di encama topbarana dagirkera Tirk de rêhevalekî me şehîd ketiye.

 

Em weke YPG û YPJ di kesayeta her sê şehîdên me tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên me yên şehîdan û tevahî gelê me yê welatparêz re dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Fedayî Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Xelîf

Navê Dayikê: Emşe

Navê Bav: Elawî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

 

 

Nav û Paşnav: Hemîdî Hicêcî

Navê Dayikê: Huriye

Navê Bav: Ebdulla

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Mazlum Ziravik

Nav û Paşnav: Mehmûd Şêxo

Navê Dayikê: Edle

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 3 Adar 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 5 Adar 2018