Şehîdên Rizgarkirina Dêrezorê ( 2 Sibat 2018 )

  • 9 Adar 2018 | Şehîd

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de dîroka 2’ê Sibatê de li Dêrezorê hêzên me li ser çeteyên DAIŞ’ê operasyon lidarxistibûn. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me bi lehengî şerkirine û gihîştine şehadetê.

 

Rêhevalên me Kamuran û Cabir ji herêma Til Hemîsê gundê Xezayê ne. Her du rêhevalên me ku merivê hev in hevaltiya wan ku ji zaroktiyê destpê kir piştî tevlîbûna nav refên YPG’ê berdewam kirine û heman rojê şehîd bûne jî ev hevaltiya xwe bêmirinî re tacîdar kirine. Ji bo rizgarkirina herêmê û avakirina pira di navbera gelan de bi rêhevalên xwe yê Kurd û enternasyonalîstan re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û tevlî karwanên nemiran bûne.

 

Em weke YPG û YPJ di kesayeta rêheval Kamuran û Cabir de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em dibêjin serê her du malbatê şehîdên me û gelên me sax be. Em soz didin ku tekoşîna şehîdan ji xwe re esas bigrin da ku heya teror û dagirkerî li ser vê axê nemîne û serkeftinê bidest bixin, têbikoşin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Kamûran Xeza

Nav û Paşnav: Semî El Raxîs

Navê Dayikê: Menîfe

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2 Sibat 2018

 

 

Nav û Paşnav: Cabir El Raxîs

Navê Dayikê: Xezna

Navê Bav: Ebid

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2 Sibat 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 9 Adar 2018