Şehîdên Rûmetê (18 Kanûn)

  • 18 Kanûm 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Raya giştî re!

 

Piştî amadekariyên pêwîst ji bo Merheleya Duyemîn ji Pênagava Xezeba Firatê, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 10’ê Kanûnê de bi du baskan li rojava û bakur-rojavayê Reqayê ketin liv û tevgerê. Heta îro şervanên Xezeba Firatê li gor plannameya ku hatibû dayîn pêşveçûne.

 

Di 13 Kanûnê de di encama rizgarkirina gundê Xirbet Çihêş şer û pevçûnên dijwar rû dan, piştî van şer û pevçûnan Hezên Sûriya Demokratîk gund rizgar kirin, rêhevalên me Abdîn Reqa û Cûma Cûdî yên rolek sereke di rizgarkirina gund e girtibûn li ser milê xwe, û heta dawî şerkirin û giheştin şehadetê.

 

Rêhevala me Roza Avêsta di encama şerên dijwar yên li gundê Ebu Erdanî bi qehremanî şer kir û 15 Kanûna 2016 an de gehîşte Şehadetê. Rêhevala Roza bi awayekî calak beşdarî nava Şoreşa Kurdistanê bû û hertim riya Heqîqetê ji xwe re esas girt û meşiya heyanî xala dawiyê ew jî şehadet bû

 

Rêhevalê me Xebat Efrîn di encama nexweşiya Qanserê di 16.04.2016’an de gehîşte Şehadetê Rêheval Xebat Efrîn heskirina wî li hemberî Şoreşê di asta herî jor de bû, ji ber wê jî nexweşî ji xwe re ne kire asteng û di nava Şoreşê de kar û xebatê xwe da meşandin heyanî roja gehaştina Şehadetê.

Ji ber xebatên lêkolînê ya zelalkirina nasnameya şehîd Xebat ewqas derengî ket em di serî de ji hevreyê xwe yê şehîd, piştre jî malbata wî û dawî de ji hemû gelên xwe lêborîn dixwazin.

 

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soz didin ku em heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav Û Paşnav: Abdîn Reqa

Navê Rast: Yûnis El-Himêdî

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Reqa

Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqa. Xirbet Cihêşa 13.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Cûma Cûdî

Navê Rast: Ridwan Konûr

Navê Dayikê: Remziya

Navê Bav: Esaed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Silopî

Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqa. Xirbet Cihêşa 13.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Roza Avêsta

Navê Rast: Bêrîvan Koto

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Muslim

Cihê Ji Dayikbuyînê: Şam

Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqa, Ebu Erdanî 16.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Xebat Efrîn

Navê Rast: Mihemed Henan

Navê Dayikê: Neyîma

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbuyînê: Efrîn

Cih Û Dîroka Şehadetê: Efrîn, 16.04.2016

 

Navenda Ragihandina YPG | 18 Kanûm 2016