Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê Eyaleta Reqqa (10 Adar)
- 10 Adar 2017 | Şehîd

Ji bo rizgarkirina gelê Reqqayê ku hamleya Xezeba Firatê hatibu destpêkirin di qonaxa sêyemîn de bi dijwarî berdewam dike. Di bin sîwana Hêzên Sûrîya Demokratîk QSD’ê de Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku rola sereke girtiye ser milê xwe pêşketin û deskeftiyên mezin ava dike.
Di 5’ê Adara 2017’an de berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand kû pêngava sêyemîn a hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayî hatibû rawestandin, cardin didome, ji 5’ê mehê heta roja me ya îro gelek gund û bejahî hat rizgar kirin û di rizgarkirina van gundan de gelek şer û pevçûnên dijwar li eyaleta Reqqayê rû dan. Di encama van şeran de 10 rêhevalên me gihiştine şehadetê piştî kû rolek mezin ji berxwedaniyê girtibun li ser mile xwe.
Ev pênç mehên dawî de rizgarkirina gelek gund û cihen stratejîk de şervanen me li hember çeteyen DAIŞ’ê berxwedanekî bê hempa nîşan dane. Hemleya Xezeba Firatê de heya niha gelek hevalên me yên qehreman ji bo armanc û hedefe xwe pêkbînin gihiştine şehadetê.
Weke YPG û YPJ, em di kesayeta her deh hevalên xwe de hemû pakrewanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din re sersaxiyê dixwazin. Soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û emê tekoşîn bikin ku layiqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.
Nasnameya Pakrewanan Wiha Ye:
Nav û Paşnav: Bêrîvan Mîra
Navê Rast: Hêlîn Şahîn
Navê Dayikê: Gulbehar
Navê Bav: Abdulbaqî
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 03 Adar 2017
Nav û Paşnav: Denîz Kobanê
Navê Rast: Mustefa Beko
Navê Dayikê: Cîhan
Navê Bav: Birader
Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017
Nav û Paşnav: Kemal Pîr
Navê Rast: Abdûlqadir Arîs
Navê Dayikê: Aysel
Navê Bav: Abdulleh
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 05 Adar 2017
Nav û Paşnav: Ozan Besta
Navê Rast: Remezan Kaplan
Navê Dayikê: Hemdal
Navê Bav: Mehemet
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 03 Adar 2017
Nav û Paşnav: Rojhat Şiyar
Navê Rast: Delîl Yaşar
Navê Dayikê: Gulsûm
Navê Bav: Xalîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017
Nav û Paşnav: Şerîf Şiyar
Navê Rast: Îmad Îbrahîm
Navê Dayikê: Îsra
Navê Bav: Mesûd
Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017
Nav û Paşnav: Şoreş Hesekê
Navê Rast: Beşar El-Ebid
Navê Dayikê: Hesna
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 08 Adar 2017
Nav û Paşnav: Şoreş Pirsûs
Navê Rast: Omer Solak
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Adnan
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017
Nav û Paşnav: Zagros Reqqa
Navê Rast: Îbrahîm Mihemed
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Mustefa
Cihê Ji Dayikbuyînê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 05 Adar 2017
Nav û Paşnav: Zerdeşt Amed
Navê Rast: Yûsuf Canturk
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Eyûp
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 01 Adar 2017
Navenda Ragihandina YPG | 10 Adar 2017

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022

Em rêhevalên xwe Qehreman Şiyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Kanuna 2022
