Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê 19-20 Çile
- 21 Çile 2017 | Malper

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Pêngava Xezeba Firatê ku zilm û terora DAIŞ'ê di navenda wê, li Reqqayê hedef digire bi hemû hêza xwe dewam dike. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di nav de, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di Merheleya Duyem ji vê hemlê bi sedan kîlometrên çargoşe ji çeteyan rizgar û gund û bajarok ji dagirkeriyê xilas kirine, her wiha bi hezaran welatiyên sivîl ji wê herêmê gihandine ewlehiyê.
Piştî kû gundê Siwêdiya Biçûk ya stratejîk ji çeteyan hat rizagarkirin, êrîşên çeteyan yên cûr be cûr bê navber berdewam dikin. Yek ji wan êrîşên dijwar di 19 Çile de bû, kû hewldan bi hemû hêza xwe êrişê gund bikin, di encama van êrîşan de şerên dijwar rû dan, û sê şervanên me kû bûn bersiva van êrîşan bi lehengî şer kirin û gehiştin şehadetê.
Di heman demê de di 20 Çile de çeteyên DAIŞ êriş birin li ser gundê Mehmûdiyê, di encamê vî şerî de şervanekî me gihiştiye şehadetê.
Weke YPG û YPJ, em di kesayeta rêhevalên xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Serî de malbata şehîd, ji tevahî gelên Kurdistan û pêkhateyên bakurê Sûriyê re sersaxî dixwazin û soz didin ku li pey şopa şehîdan têkoşîna azadîxwaziyê bilind û bihêz bikin.
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Nav Û Paşnav: Amara Semsûr
Navê Rast: Çagla Ûzûn
Navê Dayikê: Sever
Navê Bav: Welî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Semsûr
Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Siwêdiya Biçûk 19.01.2017
Nav Û Paşnav: Rabûn Pirsûs
Navê Rast: Hallaç Demir
Navê Dayikê: Ayne
Navê Bav: Cûma
Cihê Ji Dayikbuyînê: Pirsûs
Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Siwêdiya Biçûk 19.01.2017
Nav Û Paşnav: Stêrk Baran
Navê Rast: Silava Ebû Mihemed
Navê Dayikê: Werde
Navê Bav: Mistefa
Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Siwêdiya Biçûk 19.01.2017
Nav Û Paşnav: Dijwar Egîd
Navê Rast: Bariş Sûbat
Navê Dayikê: Halîma
Navê Bav: Wehîd
Cihê Ji Dayikbuyînê: Lîce
Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Mehmûdiyê 20.01.2017
Navenda Ragihandina YPG | 21 Çile 2017

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
