Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê (Kanûna 2016 - Çileya 2017)

  • 8 Çile 2017 | Şehîd

Pêngava Xezeba Firatê ku zilm û terora DAIŞ'ê di navenda wê, li Reqqayê hedef digire bi hemû hêza xwe dewam dike. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di nav de, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di Merheleya Duyem ji vê hemlê bi sedan kîlometrên çargoşe ji çeteyan rizgar û gund û bajarok ji dagirkeriyê xilas kirine, her wiha bi hezaran welatiyên sivîl ji wê herêmê gihandine ewlehiyê.
 
Di berdewamiya vê hemlê de nasnameya çar rêhevalên me ku di dîrokên cuda di şerên Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne îro tên ragihandin.
 
Weke YPG û YPJ, em di kesayeta rêhevalên xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Serî de malbata şehîd, ji tevahî gelên Kurdistan û pêkhateyên bakurê Sûriyê re sersaxî dixwazin û soz didin ku li pey şopa şehîdan têkoşîna azadîxwaziyê bilind û bihêz bikin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Ebû Hezar
Navê Rast: Xalid El-Hecî
Navê Dayikê: Ewaş
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbuyînê: Gundê Şerabiye, Sirîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Caber Şerqî, Reqa / 4 Çile 2017
Nav û Paşnav: Qehreman
Navê Rast: Mehmûd Mistefa
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Bîr Xelef, Sirîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Caber, Reqa / 21 Kanûn 2016
Nav û Paşnav: Rohan Kobanê
Navê Rast: Mihemed El-Hisên
Navê Dayikê: Fatime
Navê Bav: Cûma
Cihê Ji Dayikbuyînê: Remale
Cih û Dîroka Şehadetê: Caber, Reqa / 25 Kanûn 2016
Nav û Paşnav: Xwînda Şêrzan
Navê Rast: Hazal Dûman
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Şeref
Cihê Ji Dayikbuyînê: Mardîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Şalî, Reqa / 3 Çile 2017
 
Navenda Ragihandina YPG | 8 Çile 2017