Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê (11-15 Gulan 2017)

  • 17 Gulan 2017 | Şehîd

Qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe didome. Qonaxa çaremîn ku hefteyek pişt xwe hişt gelek encamên grîng hatin bidestxistin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku di bin  Hêzên Suriya Demokqratîk QSD’ê de cih digrin, li hember çeteyên DAIŞ’ê şerekî aktîf dimeşînin û deskeftiyên ku tên bidestxistin de jî rolên wan diyar e.

 

Em îro çar hevalên xwe ku di dîrokên cuda de pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne aşkere dikin. Hevalên me Azad, Baran, Dilşêr û Hemûdê ku di dîrokên cuda de tevlî YPG’ê bûne di jiyan û şerê xwe da bi cesaret û fedekartiya xwe hatine naskirin û bûne mînak ji hevalên xwe re. Erkên şoreşê girtine ser milên xwe û li ser rêya azadiyê de meşiyan e.

 

Em wek YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Emê li ser rêya şehîdan bimeşin û heya bighîjin azadiyê têkoşîna şehîdan bilindtir bikin. Ji bo malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Azad Şedadê

Navê Rast: Ibrahîm El Hac

Navê Dayikê: Sabah

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Baran Pirsûs

Navê Rast: Hasan Yavuzer

Navê Dayikê: Necla

Navê Bav: Mustafa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 14 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Dilşêr Hesekê

Navê Rast: Îmad Mihemed

Navê Dayikê: Melîke

Navê Bav: Abdulfetah

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Malhe 15 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Hemûdê Til Hemîs

Navê Rast: Mehmûd El Silêman

Navê Dayikê: Wesîma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs, Gundê Til Îsa

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 14 Gulan 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 17 Gulan 2017