Şehîdên Pêngava Xezeba Firatê, Tebqa (7-11 Gulan 2017)

  • 13 Gulan 2017 | Şehîd

Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê pêngava Xezeba Firatê dest bi qonaxa çaremîn ya rizgarkirina bajarê Reqqayê kir. Şervanên QSD’ê ya di nav de şervanên YPG û YPJ jî bi aktîf cih digrin di roja çaremîn de 4 km nêzî Reqqayê bûne. Şervanên azadiyê bi biryar û fedekariyeke mezin ji bo xilaskirina gelên Reqqayê ku ev çend salin di zilma çeteyên DAIŞ’ê de ne, têdokişin. Li hember vî bi biryarbûn û fedekartiya ku şervanên azadiyê nîşan didin çeteyên DAIŞ’ê jî bi hemû rêbazan êrişê çeperên şervanan dikin. Di encam de di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar derdikeve. Çeteyên hov her çiqas bi rêbazên bi çandina mayinan, bi maşîneyên teqemenî û bombebarkirî, sivîlan wek mertal bikaranîn hwd. ji bo pêşketina şervanan asteng bike jî şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hemû êrişên çeteyan vala derdixe û çete ber bi xilasbuyinê ve diçin.

 

Di rizgarkirina bajarê Tebqayê de hevalên me Demhat, Ebud, Hesen û Mezlûm di roja destpêkê heya dawiyê li hember êrişên çeteyan berxwe dan, di rizgarkirina Tebqayê de erkên xwe bêkêmasî bicih anîn.

 

Hevala me Arjîn li Serêkaniyê û heval Nupelda jî li bajarê Dêrikê di encama qezayan de şehîd bûn. Şehadetên bi vî rengî her çiqas me biêşîne jî bîranîna van şehîdan emê bikin armanca têkoşîna xwe ya bêdawî.

 

Weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên pêngava Xezeba Firatê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin. Bi rizgarkirina Reqqayê emê xeyalên şehîdan pêkbînin. Ji gelê Kurdistaniyan û Bakurê Surîyê sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Arjîn Eledag

Navê Rast: Zehra Seferoglu

Navê Dayikê: Sevîn

Navê Bav: Ordu

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê 7 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Demhat Cudî

Navê Rast: Omer Çeter

Navê Dayikê: Sacîde

Navê Bav: Tahir

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

 

 

Navê Rast: Ebud Zahir Eldeham

Navê Dayikê: Şekha

Navê Bav: Zahir

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik, Gundê Erur

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Hesen Dêrik

Navê Rast: Mihemed El Salim

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ebdirehîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Mazlum Doxan

Navê Rast: Elî Hisên

Navê Dayikê: Îde

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

 

 

Nav û Paşnav: Nupelda Mardîn

Navê Rast: Şukran Ozen

Navê Dayikê: Nesîbe

Navê Bav: Burhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik 10 Gulan 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 13 Gulan 2017