Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa û Bagera Cizîrê

  • 19 Cotmeh 2017 | Şehîd

Pêngava Rizgarkirina Reqqa a ku piştî çend qonaxên cûda xwe gîhande navenda bajarê Reqqa û zêdetirî çar mehan li navenda bajar çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kiribû roja 17’ê Cotmehê gihişte encamê. Bi beşdarbûna hêzên Ereb, Kurd, Asûrî û aliyên din yên di nava QSD, û bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ, rizgarkirina Reqqa pelekî zêrîn di tecrûbeya ezmûna Rojava û Bakurê Sûriyê ye. QSD’ê li pey çend pêngavên dîrokî li Hol, Şedadê, Tişrîn û Minbic, aniha Reqqaya paytextê çeteyan rizgar kiriye û mînaka zindî ya yekîtiya gelên Sûriyê di partîkê de îsbat kiriye.
 
Ji qadê din ku hêzên QSD di nav operasyon û çalakiyê de ne, herêma bakurê Dêrazorê, rojhilatê Firatê û nêzîkê sînorê Iraqê ye. Girîngiya stratejîk ya wê herêmê astengkirina xeta derbasbûna çeteyan ji hunmdirê Sûriyê re ye. Cihê ku berê ji aliyê DAIŞ’ê weke navend ji bo êriş li ser Hesekê dihat bikaranîn, ji 9’ê Îlonê û vir ve bi destê şervanan ve tên paqijkirin. Tevî dijminahiya kor û êrişên bênavber yên rejîma Sûriyê û alîgirên wê jî, pêşveçûna hêzên QSD li wir didom e.
 
Bêguman pêşketinên heyî tenanet bi fedakariya hejmarek mezin ji zarokên wê axê mîsoger bûye. Di vê çarçovê de îro em nasnameya heft hevrêyên xwe radihînin ku di nava mehên Tîrmeh, Îlon û Cotmeh di encama çalakiyên rizgariyê li Reqqa û Dêrazorê gihiştine şehadetê. Şervanên ku bi xwe zarokê herêmên rizgarkirî ne, û ji bo wê yekê jî soza biratiya gelan bi xwîna xwe pêk anîne.
 
Herwiha nasnameya hevala me Zîlan Serêkaniyê (Dîlan Osman) ku di 19’ê Îlonê di encama qezayekî li Şêxler a Kobanê şehîd bibû tê ragihandin. Hevrê Zîlan keça şehîd e, bavê wê di berxwedana 2014 li Serêkaniyê de gihiştibû şehadetê. Zîlan çeka bavê xwe radike û piştî perwerdê di erk û peywirên YPJ’ê de cihê xwe digire.
 
Weke YPG û YPJ, serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz ji Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin û carekî din soz didin ku şopdarê rêya hevalên xwe yê şehîd bin û heta pêkanîna azadiyê ji liv û tevgera xwe nesekinin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Brûsk Hesekê
Navê Rast: Macid Meyuf
Navê Dayîkê: Hesne
Navê Bav: Hesen
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Cûdî Dêrazorê
Navê Rast: Emar El-Wehîbî
Navê Dayîkê: Rindê Siûd
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrazorê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Ebdulsetar Reqqa
Navê Rast: Ebdulsetar El-Remezan
Navê Dayîkê: Fetîm
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hemra Nasir
Cîh û Dîroka Şehadetê: 20-09-2017 Reqqa Semra
Nav û Paşnav: Elî Reqqa
Navê Rast: Elî El-Eys
Navê Dayîkê: Meryem
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-07-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Mazlûm Reqqa
Navê Rast: Mihemed Taha
Navê Dayîkê: Xedîce
Navê Bav: Xelef
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa Semra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Reqqa Semra
Nav û Paşnav: Xebat Hesekê
Navê Rast: Mihemed Genco
Navê Dayîkê: Nûra
Navê Bav: Xelef
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Şedadê
Nav û Paşnav: Yasir Reqqa
Navê Rast: Yasir El-Esaf
Navê Dayîkê: Fetîm
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Zîlan Serêkaniyê
Navê Rast: Dîlan Osman Gedo
Navê Dayîkê: Esma
Navê Bav: Osman
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Kobanê, Şêxler
 
Navenda Ragihandina YPG | 19 Cotmeh 2017