Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa (9-10 Tebax 2017)

  • 12 Tebax 2017 | Şehîd

Pêngava Rizgarkirina Reqqa ya di pêşengtiya QSD’ê de hatibû destpê kirin, bi tevlîbûneke  xurt ya hêzên me ya pêngavê de hemû dijwariya xwe didome. Li gel ku li her çar aliyên Reqqa şerên dijwar berdewam in, bi taybet bi operasyonên 9 û 10’ê Tebaxê de 2 taxên din hatin rizgarkirin, baskên pêngavê yên rojhilat û rojava gihîştin hev û bi sedan sîvîl ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di dema operasyonên rizgarkirinê de 5 rêhevalên me di encama şer de gihîştin şehadetê.

 

Em weke YPG û YPJ di şexsê van her pênc hevalan de hemû şehîdên şoreşê yên ku ji bo pêşerojeke azad û jiyaneke hevpar canê xwe feda kirin bi rêzdarî bibîrtînin. Ji malbatên şehîdan re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku emê xeyalên wan yên nîvçe mayî bigihînin serkeftinê.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Çekdem Çekjîn

Nav û Paşnav: Mehmûd Mehmûd

Navê Dayikê: Meysa

Navê Bav: Yasir

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, Gundê Ebû Rasên

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Egîd Kobanê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Mehmûd

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Izedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Ela Til Hemîs

Nav û Paşnav: Raxib Ehmed Etiye

Navê Dayikê: Sade

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 9 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Ezîz Erur

Nav û Paşnav: Xelef Ebas El Fadil

Navê Dayikê: Tefla

Navê Bav: Ebas

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 9 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Serhed Menacîr

Nav û Paşnav: Usama Îsa

Navê Dayikê: Yazi

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê, Gundê Menacîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Tebax 2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 12 Tebax 2017